Ji bo jinên hatin qetilkirin dengê xwe bilind kirin

  • 14:21 27 Hezîran 2024
  • Rojane
ADANA – Jinan a TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi daxuyaniykê diyar kirin ku jin di bin şîdeta mêr-dewletê de ne û di encama van êrîşan de di nava 3 rojan de 10 jin hatine qetilkirin û gotin, "Em pergala serdest a mêr a ku dixwaze me bikşîne nava tariyê red dikin."
 
Li 8 bajarên ku Amed, Îzmîr û Edeneyê jî di nav de hene di sê rojên dawî de herî kêm 10 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Du jinan jî bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dan. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser jinê, li Parka Înonû daxuyaniyek dan çapemeniyê. 
 
'Em rêgezên civakî yên paşverû red dikin'
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê Şukran Efetûrk di daxuyaniya ku gelek jin lê amade bûn de axivî û diyar kir ku di 3 rojên dawî de 10 jin hatine qetilkirin. Şukran, anî ziman ku weke jin her roj di nava lepên neteweperestî, malbatperestî û olperestiyê de tên qetilkirin û diyar kir ku di bin êrîşan de ne. Şukranê,  got, "Em zîhniyeta ku dixwaze li gorî xwe me bi teşe bike, red dikin. Em desthilatdariya mêr red dikin. sîstem û mejiyê ku wê diparêze,ku dixwaze me bikişîne nava tariyê red dikin. Em rêgezên civakî yên paşverû yên civakî red dikin." 
 
Peyama têkoşînê hat dayîn
 
Şukranê diyar kir ku dê jin li dijî zîhniyeta qetlîamkar têkoşînê bidomînin û got, "Herçend ku zîhniyeta mêr her roj nasname û zayenda me bike hedef jî em li ku dibin bila bibin dê têkoşîna me li dijî vê zîhnietê bidomîne."