Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin

  • 18:19 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Xarpêtê mêrê bi navê Firat Bulut, Selen Akpolat qetil kir û piştre întîxar kir.
 
Li Xarpêtê Firat Bulut (26), Selen Akpolat (26) bi çekê qetil kir. Gumanbar piştre întîxar kir.
 
Li ser îxbara kesên derdorê ekîbên tenduristî û polîsan hatin sewqkirin. Hat tespîtkirin ku Selen Akpolat jiyana xwe ji dest daye. Ekîban tespît kirin ku Firat Bulut jî jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.