ÎHD bi komxebata li dar dixe, balê dikşîne ser newekheviyê

  • 15:36 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - ÎHD'ê ji bo balê bikşîne ser newekheviya zayendî ya li kargehê komxebata "Zayendiya Civakî" û "Mobîng" a 2 rojan da destpêkirin.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê, atolyeya “Zayendiya Civakî” û “Mobîng” a 2 rojan dest pê kir. Di komxebata ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin de Perwerdekar Handan Coşkun jî gelek Saziyên Sivîl jî beşdarî komxebatê bûn. Handan rola "Zayendiya Civakî" ku mijara roja ewil a komxebatê bû vegot û diyar kir ku newekheviya zayendî di her aliyê jiyanê de xwe dide der. Handan, diyar kir ku kesên ku ji zarokatiya xwe ve newekheviya zayendî li ser wan tê ferzkirin, di jiyana kar de cih digirin û diyar kir ku tevgerên di nava civakê de hevpar in, di hemû qada xebatê de jî xwe nîşan didin.
 
Handan got ku newekheviya zayendî ya ku li hemû qadên jiyanê belav dibe, herî zêde bi zayendîtiyê derdikeve holê. 
 
Di dawiyê de Handan diyar kir ku pêwîst e ji qalibên zayendî û rol, erk û qalibên ku civak li ser mirovan ferz dike derbas bibe û ji bo ku mirov ji van qaliban xilas bibe divê mirov li ser xwe bisekine û bi zanînê rêbaza herî guncav bibîne. 
 
Komxebat wê sibehê jî bi sernavê "Tevgerê" dewam bike.