Dermankirina sewalên hatin rizgarkirin, didome

  • 13:59 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
AMED - Dermankirina çendek sewalên ji ber şewata herêmên çolter ên Amed û Mêrdînê birîndar bûne, di Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de didome. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî ku mudaxile li şewata Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê kir û sewalên ji şewatê rizgar kiriye derman dike. Navenda Lênêrîn û Rehabîlatasyona Sewalan a Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê karûbarên dermankirina sewalên ji şewatê bandor bûne didome. Li gel 2 beytar û 3 xebatkarên qadê, tîmên Şaredariyên bajarên mezin ên Amed û Wanê û tîmên Zanîngeha Dîcleyê jî di xebatên alîkariya lezgîn de cih digirin. Tîmên tenduristiyê gelek sewal derman kirin. Piştî mudaxileya ewil sewal li gel tîmên Şaredariya Beşîktaşê ya Stenbolê hatine tên dermankirin.