Şêniyên Tebqayê banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir

  • 13:07 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û endamên saziyên wê, destnîşan kirin ku ew dev ji rêgeza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernadin, di heman demê de tecrîdê û komploya li dijî wî red dikin. Her wiha gotin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dest bixin dê têkoşînê mezin bikin.
 
Li ser bangewaziya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, deste, meclisên wê, endamên partiyan û Weqfa Jina Azad, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
 
Meş ji pêşiya Parka Şehîd Hevrîn Xelef a li taxa Sêyemîn a bajarê Tebqayê, dest pê kir û li pêşiya navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya rawestî û veguherî mitingê.
 
Li wir endama rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Huda El Elî axivî û destnîşan kir ku êdî siyasetên dewleta tirk ên li dijî nirxên mirovahiyê û azadiyê ku li dijî  Abdullah Ocalan dike, aşkera bûne.
 
Huda têkoşîna  Abdullah Ocalan bi bîr xist û got di dîroka mirovahiyê de ew têkoşîn yek ji guhertinên herî girîng e ku projeya neteweya demokratîk vejand.
 
Huda wiha domand: "Em baş dizanin çi plan li dijî rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan dikin. Ew li hember siyasetên hovane û dijminane yên dewleta tirk a dagirker li ber xwe dide. Têkoşîna wî ya berdewam e, komplo têk bir û wî girava Îmraliyê kiriye minareya felsefeya jiyana azad."
 
Huda xemsariya civata navneteweyî li hember sûcên li dijî Abdullah Ocalan tên kirin û bêdengiya wê û paşguhkirina dozeke mirovî şermezar kir û wiha pê de çû: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê rizgar bûn. Em vê tecrîdê û komployê red dikin. Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û em serkeftinê bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin."
 
Di dawiyê de Huda got: "Divê dewleta Tirk baş fêm bike ku nikare bigihêje armanca xwe, ji ber ku gelên li herêmê xwedî li fikrê azad û felsefeya bê hempa derketiye ya ku gelên bindest diparêze."