Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt

  • 14:44 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Polîsan li Stenbolê avêt ser ofîsa Sendika.Orgê û hat gotin ku kes lê nebûye. 
 
Polîsan li Stenbolê avêt ser ofîsa Sendika.Orgê. Hat zanîn ku di kêliya serdegirtinê de kes li ofîsê nebûye û pirtûk û dolabên li ofîsê hatin belavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan piştî serdanê kilîda deriyê ofîsê guhertiye. 
 
Her wiha hat zanîn ku polîsan di serdegirtinê de hin wêneyan desteser kiriye û serdegirtin bi awayek hemwext bi serdegirtina malan ku îro li Stenbolê bi hinceta beşdariya 1’ê Gulanê pêk hatiye.