Jinên ereb jî tevlî kampanyaya ‘Serok mêvanê mala we ye’ bûn

  • 14:36 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinên Ereb jî tevlî kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşmeya, ‘Serok mêvanê mala we ye’ bû û li Bîrcarî û Medîbanê serdana malan kirin û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyarî jinan kirin. Jinên Ereb diyar kirin, xweşîktirîn diyariya jiyana wan e û gotin: “Ew serokê me ye. Em bi saya wî dikarin li ser axa xwe bi azadî bijîn û derkevin derve. Ji ber vêya em ê vî wêneyî bikin taca serê xwe.”
 
Kampanyaya TAJÊ ya bi dirûşmeya, ‘Serok mêvanê mala we ye’ ya di çarçoveya pêngava, ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî’ dewam dike. Meclîsa Jinên Ereb a Şengalê jî li herêma xwe tevlî kampanyayê bûn û wêne û jiyannameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyariyê jinan kirin.
 
Di vê çarçoveyê de jinên ereb ên li ser gundên sînor ên Şengalê li Bîrcarî û Medîbanê dest bi serdana malbatan kirin.
 
Jinên ku serdana malbatan kirin bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin û di hemû serdanan de azadî ji Abdullah Ocalan re hate xwestin.
 
Jina ereb a bi navê Ehderya Mihemed diyar kir, piştevaniya ji kampanyayê re xurt e û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Em li malan digerin û gelek kêfxweş in. Ev rojeke xweş e ji bo me. Xwedê serokê me vegerîne nava me. Ew di dil û rihê me de ye.”
 
Zihûr Ehmed jî ji bo wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan got ku diyariya herî xweşik a ji bo wê hatiye dayîne û wiha axivî: “Di jiyana min de xweşiktirîn diyariya ji bo min hatiye dayîn, wêneyê Serok Apo ye. Em ê vî wêneyî ji zarokê zarokên xwe re jî bihêlin. Em ê deynin ser serê xwe û bikin taca serê xwe. Serokê me ye û em bi xêra wî vegeriyan ser axa xwe, bi azadî dijîn. Eger ne ji serok ba, me dê nekarî bi azadî derkevin derve û bijîn.”
 
Kampanyaya TAJÊ ya li seranserê Şengalê eleqeyeke mezin a welatiyên êzidî û ereb dibîne.