Ji Parêzeran Buroya Hiqûqî serlêdana Îmraliyê

  • 13:27 21 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bibînin serlêdaneke din kirin.
 
Parêzer Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veksî Aktaş bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.
 
Têkiliya Abdullah Ocalan a bi cîhana derve re bi temamî hatiye birîn. Bersiv ji serlêdanên hevdîtinan re nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.