Kongreya Meclisa Jinên Sûriyeyê bi dawî bû

  • 20:49 20 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyeyê îro li bajarê Helebê kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xistibû bi daxuyaniyekê dawî bû. Di daxuyaniyê de li ser xebatên pêşerojê û yekîtiya jinan bal hat kişandin.
 
Kongreya 2’yemîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ku bi dirûşmeya "Di Sûriyeke ne navendî û yekgirtî de, bi yekîtiya jinan em ê dawî li şer bînin û aşîtiyê ava bikin" di seatên sibehê de îro dest bi xebatên kongreyê kir û bi daxuyaniyekê dawî kirin. Kongre li hola Cizîrê ya bajarê Helebê hate lidarxistin.
 
Di nava kongreyê de sîstema hundirîn a Meclisa Jinên Sûriyeyê ji aliyê endama Meclisê Cûheyne Miso ve hate xwendin. Piştre hilbijartinên Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê çêbû, tê de Rîhab Ibrahîm ji pêkhateya Ereb, Fenar Îsa ji pêkhateya Siryan û Gulan Silêman ji pêkhateya Kurdî weke koordîsnasyonên giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê hatin erkdar kirin.
 
Kongre bi daxuyaniyekê hate dawîkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Meclisê Rîhab Îbrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de herî zêde li ser kar û xebatên meclisê ên wekî têkiliyên xwe bi hemû jinên cîhanê re xurtkirin, xortkirina asta perwerdeya jinan û rêxistinkirina wan, ji jinan re peydekirina derfetên kar ji jinan re, semînerên zanistî û li dijî tundiyê zanekirina jinan hate hate balkişandin.
 
‘Armanc çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye’
 
Ji bo naskirina armanc û naveroka kongreyê Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Gulan Silêman bi me re axivî û got: "Em 3 jin wek koordînasyon hatin erkdar kirin û em ê xwedî li erka xwe jî derkevin. Armanca me ji darxistina vê kongreyê ew bû ku hemû jin di Sûriyeyê de û bi pêkhateyên xwe çareseriyekê ji pirsgirêkên civakê re peyda bikin û bi rengê jinê ev alozî bi dawî bibe. Her wiha armanca me ew e ku hemû jinên ji welat û dervayî welat xwe bi rêxistin û perwerde bikin da ku em civakek azad ava bikin. Aramanca me sereke ji kongreyê ew e ku jin bibe pêşengê civakê. Gelek biryar di kongreyê de hatin dayîn yek jê biryara yekîtiya jinan bi hemû mezheb, pêkhate û olan xort bikin û yekîtiya xwe berdewam bikin. Yekîtiya jinan wê bibe çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û ev kongre li hemû jinan pîroz dikin."
 
Li ser plansaziya meclisê hat erêkirin û wiha ye:
 
“*Xebat li ser lidarxistina kongreyên Meclisa Jinan a Sûriyeyê bo Aştiyê li ser asta Sûriyeyê bêkirin û têkilî bi hemû jinan re li hundir û derveyî Sûriyeyê were danîn.
 
*Têkilî bi hemû jinan re bi taybet bi jinên li herêmên dagirkirî re were danîn.
 
*Zext li aliyên têkildar bê kirin ku meclis cihê xwe di komîteya destûrê de bigire.
 
*Stratejiya xebata meclisê bê diyarkirin.
 
*Karînên jinan bi rêya perwerde û fêrkirinê werin xurtkirin. Atolye, rûniştin, semîne û rûniştinên hişyariya li dijî tundiya li ser jinan werin lidarxistin.
 
*Asta têkoşînê li dijî siyasetên li ser jinan were bilindkirin.
 
*Xeleka têkilî û hevbendiya bi tevgerên jinan ên herêmê û navneteweyî re ku xizmetî doza jinan bikin, were firehkirin.
 
*Plansaziyeke fireh ji rêxistinên jinan re were danîn û rola jinan di partiyan de were aktîvkirin, bendên 2245ˊan, 1325ˊan ên der barê jin, ewlehî û aştiyê de bên pêkanîn.
 
*Xebat li ser jinûve perwerdekirina jinan û zarokan di kampan de were kirin.
 
*Çalakiya meclisê li qadên derve were firehkirin û nûnertî werin vekirin.
 
*Binpêkirinên li dijî jinan bi taybet li herêmên dagirkirî werin belgekirin.”
 
Kongra bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.