Çalakiya 'Deng bide azadiyê': Em di çareseriyê de bi israr in

  • 16:32 20 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan li Amed, Êlih, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê li ber girtîgehan ji bo pêkanîna çalakiya "Deng bide azadiyê" kom bûn û banga piştevaniyê kirin. 
 
Bi pêşengtiya malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî her hefte li ber girtîgehan çalakiyên “Deng bide azadiyê” tên lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li Amed, Êlih, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê daxuyanî hatin dayîn. 
 
Amed 
 
Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Kampusa Girtîgeha Amedê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Deng bide azadiyê” hat vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiya ku hat astengkirin de dayikan pêşmalkên “tecrîd sucê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên MED TUHAD FED, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên sivîl û gelek xizmên girtiyan tevli çalakiyê bûn. 
 
Li ser navê girseyê hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajê Abbas Şahîn daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê ya li girtîgehan tê meşandin û got: "Me doza kompasê ya Kobanê dît û ceza li hevalên me birîn. Em qebûl nakin û em ê li dijî bêhiqûqê rawestin. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Hûn bi mertalên xwe hewl didin çalakiya me neyê dîtin lê belê çavên cîhanê li vê derê ye. Em carek din tînin ziman dê berxwedana me heta pêkanîna azadiyê û têkbîrina tecrîdê bidome." 
 
Êlih 
 
Li Êlihê jî malbatên girtiyan û nûnerên saziyan li ber Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M’yê xwestin bi daxwaza “Deng bide azadiyê” daxuyanî bidin û çalakî li dar bixin. Polîsan bi hinceta ku li derdora girtîgehê çalakî qedexe ye destûr neda daxuyaniyê. Li ser astengiya polîsan girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” li dar xist. 
 
Edene 
 
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) jî li Edeneyê li ber Girtîgeha Kurkçulerê çalakî li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bidin rakirin, deng bide azadiya aştiya civakî” hat vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Hêlîn Kaya axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Tecrîd zext e, zilm e, îkence ye, îmha ye, înkar e, şer e, navtêdan e, birçîbûn û feqîr ye. Li Tirkiyeyê sepanên ku xistine dewrê ji dîktatoriyê jî bihûriye. Divê em hemû li dijî vê zîhniyetê têbikoşin.” 
 
Piştî axaftinê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Mêrsîn 
 
Malbatên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Tarsûsê ya Mêrsînê jî daxuyanî dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bû. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî û destnîşan kir ku tecrîd îşkence ye û got: "Tecrîda ku 25 sal in li Mêrsînê berdewam dike zilma qesrê ye. Em ê vê zilmê rakin û têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin." 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî xwest her kes li têkoşîn û daxwaza girtiyan derkeve. 
 
Îzmîr 
 
Çalakiya ku bi pêşengiya EGE- TUHAYDER'ê pêk tê, îro bi tevlîbûna aktîvîstên TJA, Dayikên Aştiyê, Jînart Huner, Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Elewî a Demokratîk (DAD) a Îzmîrê, Rêxistina DEM Partî, (ANYAKAYDER) û gelek xizmên girtiyan beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî îro li ber Girtîgeha Kiriklara Bûcayê pêk hat û pankarta "Ji bo edaletê, tecrîdê têk bibin, ji bo aştiya civakê deng bide azadiyê" hat vekirin. Her wiha di çalakiyê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “Heq, hiqûq, edalet" û "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" hat berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partî ya Îzmîrê Mehmet Kuruş axivî û bal kişand ser biryara ku di Doza Kobanê de derket holê û wiha bi lêv kir: "Hevalên ji ber ku xwestin pirsgirêk bi rêya demokratîk bê çareserkirin hatin darizandin û ceza li wan hatin birîn. Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî didomin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd aktorê sereke diyar e. Divê dawî li tecrîdê bînin û gavên çareseriyê bên avêtin." 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.