Biryara Doza Kobanê hat şermezarkirin

  • 15:33 20 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara Doza Kobanê û cezakirina siyasetmedarên kurd li navçeya Hezexê, Enqerê û li Îzmîrê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Doza Kobanê kumpas e. Em biryarên siyasî nas nakin." 
 
Li Hezexa Şirnexê, Enqerê û Îzmîrê cezadayîna siyasetmedarên kurd hat şermezarkirin. 
 
Şirnex
 
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê biryara cezakirina siyasetmedarên ji Doza Kobanê dihatin darizandin de li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên rêxistina DBP’ê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê û gelek kes tev li bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiya Hezexê Adnan Bel ve hat xwendin. Adnan diyar kir ku biryara ku ji Doza Kobanê derketiye nîşaneya şer, pêvçûn, aloziya aborî û xizaniyê ye û wiha got: “Di vê pêvajoya ku peyamên normalîzekirinê û nermkirinê tê dayîn de, bi destê hikûmetê tê xwestin siyaseta kurd, şoreşger û demokrat ji qada siyasî bên paqijkirin. Lê divê baş bizanibin ku em kurd, kedkar, feqîr wek her carê li qadan mil bi mil bin û van biryarên qirêj têk bibin.”
 
Adnan bi lêv kir ku ji bo rojên azad ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û got: “Em ê teqez rojekê hevalên xwe azad bikin. Bi Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag re em ê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo komara demokratîk têbikoşin. Yên vê biryarê didin divê baş bizanibin ku, ew rojên azad ji gelê me ne dûr in. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan rojan bi biryartir bidomînin. Ji aliyê daraza desthilatdarê ve biryara ku hatiye girtin nîşan dide ku li aliyê DAIŞ'ê ne ku dijminê gelan e, dijminê jinan e, dijminê mirovahiyê ne. Em careke din vê dibêjin ku em ê tu carî destûrê nedin faşîzmê.” 
 
Piştî metna çapemeniyê girse derbasî çalakiya rûniştinê bû. Çalakiya rûniştinê jî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
 
Îzmîr 
 
Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî cezakirina siyasetmedarên ji Doza Kobanê dihatin darizandin li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da û biryarê protesto kirin. Di daxuyaniyê de pankarta "Em biryara di Doza Kumpasê ya Kobanê de hatiye dayîn nas nakin" hat vekirin û girseyê dirûşma "“Bijî berxwedana Kobanê” berz kir. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Leyla Çelîk Guneş daxuyanî da û diyar kir ku di dozê de hemû erk û wezîfeyên têkildarî pergala cemaweriyê tune hatine hesibandin. Leyla da zanîn ku dadgeh ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hatiye sazkirin û di pêvajoya darizandinê de bêhiqûqên bê hed û hesab hatine kirin. 
 
Leyla destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi vê dozê xwest hemû daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd ji holê rake û polîtîkaya înkar û îmhayê ku li ser gelê kurd ji Dadgehên Îstîklalê tê ferzkirin bi Doza Kumpasê ya Kobanê berdewam kiriye û cezayên hatine birîn ew nas nakin. 
 
Enqere 
 
Rêxistinên hiqûqê yên li Îzmîrê jî li ber Edliyeya Enqereyê têkildarî biryara li ser Doza Kobanê daxuyanî dan. Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî beşdarî daxuyaniyê bû û pankarta "Doza Kobanê kumpas e. Em biryarên siyasî nas nakin" hat vekirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê Çîgdem Kozan daxuyanî da û destnîşan kir ku doz ji destpêkê ve heta niha bi fermana rayedarên desthilatdariyê berdewam kir û seranserî darizandinê jî mafê dadgehkirinê yê adil jî hatiye binpêkirin. Kozan got biryara hatiye dayîn ne di encama darizandinek rewa de hatiye dayîn. 
 
Ozturk Turkdogan jî axivî û got ew ê tê têkoşîna xwe wisa bidomînin ku hevalên wan din jî bigihîjin azadiya xwe. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.