Tebqayî ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

  • 15:14 20 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyar û diyar kirin ku ew ê têkoşînê mezin bikin heta vê armancê bi dest bicin.
 
Şêniyên kantona Tebqa, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
 
Meş ji taxa Ewel a Tebqayê dest pê kir û li ber navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk rawestiya û veguherî mitingê.
 
Di mitingê de endama Komîteyên Parastinê Emîner Ebdurezaq axivî. Emîne bêdengiya hêzên navneteweyî û hiqûqî li hember tecrîda li ser Abdullah Ocalan, şermezar kir û soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê berdewam bikin.
 
Her wiha endamê Însiyatîfa Sûriye ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan Emced El Nercis jî got: "Rêber Ocalan, doza gelekî temsîl dike ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Rêber Ocalan gihaşt wê encamê ku doz ne tenê doza gelê Kurd e lê belê doza mirovahiyê, xwezayê û nirxên exlaqî ye."
 
El Nercis jî got ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê berxwedanê mezin bikin.