Şêniyên Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 15:02 20 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê di meşa ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin de bênavber dirûşmeya, "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin.
 
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û bajarokên wê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û biryara dawîn a qedexekirina hevdîtinê heta 3 mehan, meşiyan.
 
Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira dest pê kir. Di meşê de  wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî", "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye û berxwedana gerîla rûmeta me ye" hatin vekirin.
 
Meş li çerxerêya taxa Kelase veguherî mitingê. Li wir endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji van biryarên li dijî mafên mirovan, dixwaze li pêşiya demokrasî û azadiya gelan bigire, li ser desthilatê bimîne û  vîna gelan û hêviyên wan bin pê bike."
 
Ebdulxenî berxwedana Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de bi "dîrokî" wesifand û silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî erka tevahî civakan e. Felsefeya Rêbertî civakan ji zordestiyê û çewisandinê xilas dike û vîna civakan temsîl dike."