2’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Sûriyeyê tê lidarxistin

  • 12:04 20 Gulan 2024
  • Rojane
 
HELEB - 2’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin" dest pê kir.
 
2’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dirûşma "Di Sûriyeke nenavnedî û yekgirtî de, bi yekitiya jinan em ê dawî li şer bînin û aştiyê ava bikin" dest pê kir. Kongre bi beşdariya 250 delegeyî li hola Cizîrê ya li taxa Şêmeqsûd a Helebê tê lidarxistin.
 
Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina Meclisa Jinan a Sûriyeyê ji aliyê berdekva meclisê ya li herêma berava Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm ve tê kirin.
 
Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, piştî axaftina Rîhab Îbrahîm, dê hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed biaxive. Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêl Senuh jî dê perespektîvan bixwîne. Bi rêya bernameya "Zoom" ê kesayetên jin ên ji derve beşdar bibin.
 
Di kongreyê de dê sedemên ku ji piştî kongreya damezrîner (8’ê Îlana 2017) ve Meclisa Jinan a Sûriyeyê kongre li dar nexistine, rêbazên bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û rêbazên pêşxistina jinan werin vegotin. Di dawiyê de dê plansaziya siberojê ya meclisê werin diyarkirin.
 
Rîhab Ibrahîm di axaftina xwe de bal kişand ser aloziya Sûriyê û zehmetiyên ku jin di nav aloziyê de dijîn û got: "Em vê kongreyê li tevahî jinên Sûriyê pîroz dikin. 13 sal ji aloziya Sûriyê derbas dibe û tê de herî zêde jin zehmetiyan dikşînin. Bi saya şoreşa ku pêk hatiye jinên Sûriyeyê li hemû qadan rola xwe dilîze, em bi hêvî ne ku ev kongre bibe cihê çareseriya hemû pirsgirêkên jin. Ji ber hêviya me ku welatek azad û ne navendî ava bibe."
 
Paşê perspektîfên giştî ya Meclisa Jin a Sûriyeyê ji aliyê Endama Ofîsa Têkîliyan a Meclisê Suhêr El Senûh ve hate xwendin.
 
Endama Ofîsa Têkliliyan a bajarê Qamişlo Gulistan Endikê têkildarî lidarxistina kongreyê ji ajansa NÛJINHA'yê re axivî û got: "Di sala 2017'an de yekem kongre hate li dar xistin piştî demek ji xebatê me kongreya xwe duyem li dar xist. Ji ber rewşa herêmê û aloziyên ku em dijîn hinekî bi derengmayî em kongreya duyem niha li dar dixin. Ji salekê heya niha amadekarî ji vê kongreyê re tê kirin. Têkiliyên me bi hemû jinên ku di Sûriyê de dijîn hebûn û me ew vexwendin vê kongreyê. Jinên di partiyên siyasî yên serbixwe û hemû jinên ku di saziyan de cih digirin beşdar bûn. Me xwest ev kongre dagirtî be. Bi nêrînên cuda, dagirtî û ji jinên zanist me xwest ev kongre dest pê bike û encamên serkeftî dest bixe."
 
Kongra bi xebatên xwe berdewam e.