Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de belgeyên şagirtan hat dayîn

  • 20:35 14 Gulan 2024
  • Rojane
WAN - Li Wanê bi pêşengiya gelek saziyan bi boneya 15’ê Gulanê bernameya belgedayîn, helbest û stranan hat lidarxistin.
 
Bi boneya 15’ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdi bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li ŞanoWanê bernameya belgedayîn, helbest û stranê hat lidarxistin. Li eywanê pankartên “Her Dem Kurdî Li Her Derê Kurdî” û “Em Perwerdehiya Bi Kurdî Dixwazin” hat daliqandin. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan, hevşaredarê navçeyan, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlî bernameyê bû. Li
 
‘Ziman laşe û laşê xwe xwedî derbikevin’
 
Destpêka bernameyê de rêvebirê Cemîl Arman axivî û anî ziman ku 15’ê Gulanê di dîroka kurdan de xwedî dîrokek girîng e û wiha got: “Di her vê rojê de 15’ê Gulanê tê pîroz dikin. Ji bo çi em pîroz dikin? Pergal bi hemû  êrîşên xwe ser kurdan û ziman de tên. Li dijî van bişaftinan em jî bi xebatên xwe bersivên xwe didin. Her wiha lîstikvanê ŞanoWanê Ferhat Aslan hat binçavkirin. Desthilatdar her tim bi ser me kurdan ve tê. Bi girtin, binçavkirin û kuştinê ser me kurdan ve tê. Ji van yek jî zimanê kurdî ye. Em jî ji bo zimanê kurdî li berxwe didin. Em li Wanê wek ARSÎSA xebatên xwe didomînin. Saziyên me jî xebatên xwe didomînin. Divê xebatên xwe zêdetir bimeşînin. Divê hemû sazî, dezgeh û sazî ji bo ziman pêşbikeve. Em li her derê da ku bikeve meriyetê em li berxwe didin ji bo ku bibe zimanê fermî. Zimanê me ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber vê yekê jî divê em li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Em xwedî zimanê xwe derbikevin. Ev bi komele û saziyan ve têr nakeve. Hemû kes mîlîtanê zimanê xwe ye. Hemû kes derdora xwe rexne bike da ku zimanê me zêdetir bê axaftin. Her der ziman, ziman laşe û laşê xwe xwedî derbikevin.”
 
Piştî axaftinê ji şagirtên ARSÎSA yê re yên ku mezûn bûn re belge hat dayîn. Piştî belgedayînê jî şagirtên komeleyê helbestên xwe vegotin.