Yekitiya Jinên Ciwan dest bi civînên xwe kir

  • 19:01 14 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya rêzecivînên Yekitiya Jinên Ciwan ên beriya kongreyê de, jinan yekemîn civîna xwe li kantona Reqayê li dar xist.
 
Di çarçoveya rêzecivînên Yekitiya Jinên Ciwan ên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên beriya lidarxistina kongreyê de, yekitiyê yekemîn civîna xwe li kantona Reqayê li dar xist. Di civînê de bi dehan jinên ciwan û endamên yekitiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdar bûn.
 
Civîn li salona Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya yarîgeha Reqayê li dar ket. Di serî de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yûsif diyar kir ku yekitiyê ji îro de dest bi lidarxistina rêzecivînan kir. Ew rêzecivîn ji bo amadekariya lidarxistina kongreya 5'emîn a li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.
 
Jînda Yûsif diyar kir ku ev civîn ji bo girtina nêrîn û pêşniyariyên jinan beriya lidarxistina kongreyê hat lidarxistin. Her wiha Jîndayê bal kişand ser rola jinên ciwan di gihandin û rêxistinkirina civakê.
 
Li dawiyê beşdaran nêrîn û pêşniyariyên xwe parve kirin.