Bîlançoya qeyûm ya Kerboranê hat aşkerakirin

  • 17:51 14 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Şaredariya Kerboranê ya derbasî DEM Partiyê bû, diyar kir ku beriya hilbijartinê 82 malên aydê şaredariyê ji aliyê qeyûm ve hatine firotin û deynê şaredariyê jî 72 mîlyon û 65 hezar TL ye.
 
Şaredariya Kerboranê ku hilbijartinên herêmî de ket destê DEM partiyê, deynên aydê şaredariya qeyûm yên navbera 2016-2024’an bi avahiya şaredariyê ve daliqandin. Şaredariyê di pankarta ku daliqan de daxuyand ku beriya hilbijartinê 82 malên aydê şaredariyê ji aliyê qeyûm ve hatine firotin û deynê şaredariyê jî 72 mîlyon û 65 hezar TL ye.