Di pîrozbahiya Roja Dayikan de daxwaza bi dawîkirina tecrîdê

  • 15:21 14 Gulan 2024
  • Rojane
 
RIHA - Bi pêşengiya TJA'yê li Rihayê bi minasebeta Roja Dayikan bernameyek hat lidarxistin. Di bernameyê de banga bi dawîkirina tecrîdê hat kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Riha û navçeyên Riha, bi minasebeta Roja Dayikan seyranek organize kir. Seyran li taxa Çatax a navçeya Hewagê pêk hat. Parlamentera DEM Partî Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Hewagê Aygul Kapikayali û gelek jin tevlî seyranê bûn. 
 
Di seyranê de diyariyên ku hatin amadekirin hatin belavkirin. Her wiha li qada seyranê pankarta "Ji bo dayikan diyariya herî xweşîk aştî ye" hat daliqandin. Di seyranê de ji Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz, axivî û got: "Em wek Dayikên Aştiyê her behsa aştiyê dikin. Êdî bes e bila dawî li vî zilmê bînin. Bila dawî li tecrîdê bînin. Di serî de Birêz Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan. Tekane daxwaza me aştî, edalet û hiqîq e."
 
Parlamenter Dîlan Kunt Ayan, jî di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya ku li girtîgehan didome û wiha axivî: "Li girtîgehê grevên birçîbûnê û li dervê jî çalakiya Nobeta Edaletê pêk dihat. Îro jî çalakiya girtiyan veguherî astek din. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Birêz Ocalan divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih. Em wek TJA, DEM Partî û dayik dixwaza çareseriya pirsgirêka kurd dikin û dibêjîn divê deriyên li Îmraliyê bê vekirin. Ji bo dilê dayikan neşewite divê demildest aştiyeke mayînde pêk bê."