Ji TAJÊ dewreya perwerdeya zimanê kurdî

  • 11:23 14 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi armanca xwendin û nivîsandina zimanê kurdî fêrî jinên êzidî bike, dewreyeke nêzî 15 rojan organîze kir.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo jinên Şengalê li navenda xwe ji bo fêrkirina xwendin û nivîsandina zimanê kurdî (kurmancî) dewreyeke 15 rojî rêxistin kir. Perwerdeya TAJÊ rastî eleqeyeke mezin a jinan hat.
 
Jinên tevlî dewreya perwerdeya xwendin û nivîsandina kurdî bûn, bang li tevahî jinan û dayikan jî kirin ku xwe fêrî zimanê dayikê bikin û vê derfetê ji dest nedin.
 
Di nava dewreya perwerdeyê de Endamên Kordînasyona TAJÊ, Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tevlîbûn.
 
Sînem Îbrahîm diyar kir nêzî 15 roje perwerdeya zimanê dayikê dibînin û wiha axivî: “Dayik û jinên ciwan li vir tevlî perwerdeyê bûn. Heya niha em fêrî tîpan bûne. Ev perwerdeyeke gelekî xweşe. Tevî vê temenê xwe jî em hîn gelek tiştan fêr dibin. Divê dayîkên me yên Şengalê xwe fêrî zimanê dayîkê bikin.”
 
Xalîde Cemal jî kêfxweşiya xwe ji bo vê xebatê anî ziman û wiha axivî: “Em niha zimanê dayîkê fêr dibin. Emê paşê bikarin fêrî zarokên xwe jî bikin ji bo di pêşerojê de bi zimanê hinek din ne axivin.”
 
Jina ciwan a bi navê Nedo Sado jî diyar kir, ew zimanê xwe yê dayikê fêr dibin, ji bo zarokên xwe jî bi zimanê dayîkê fêr bikin û neçin zimanên biyanî ne axivin û vê peyamê da: “Em spasiya mamosteya xwe dikin ku ked di ber me de dide. Em hem li vir perwerde dibînin hem jî li malê li ser dersên ku me dîtiye kar dikin. Dema em dinivîn, zarokên me jî ji me fêr dibin û çav li me dikin.”