Serdana şîna Rêber Soydan hat kirin

  • 15:55 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Şîna Rêber Soydan ku li girtîgehê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hate ziyaretkirin. 
 
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeya Gever a Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, hevşaredar û endamên meclisê bi girseyî çûn serdana şîna Rêbrer Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Wanê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji derst da. 
 
Di serdanê de sersaxî ji malbata Soydan re hate xwestin.