Kongra Star li dijî qetilkirina jinan daxuyanî da

  • 13:53 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Heseke û Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongra Star li dijî kuştinên jinan daxuyanî da.
 
Li bajarên Heseke û Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kongra Star li dijî kuştinên jinan ku di vê pêvajoyê de zêde bûye daxuyanî da. Di daxuyaniyan de Kongra Star bal kişand ser girîngiya xweparastinê.
 
Li Hesekê daxuyanî li ber navneda Kongra Star hate dayîn, daxuyanî ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xalide Botî Elî ve hate xwendin.
 
Li dijî qetilkirinê bang hat kirin
 
Daxuyanî wiha ye:  “Li hemberî hemû zext, tundî û koletiya ku niha jin pê re rû bi rû ne, mirov dikare bêje ku têkoşîna ku jin dimeşîne û berxwedana ku li dijî van diyardeyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin, di asta herêmî û cîhanî de deng veda û ev yek ji deskeftiyên şoreşa jinêy e. Ji bo rê li beramberî avakirina civakek bi zanista jin were girtin, jin tên qetilkirin. Herî dawî li Hesekê jina bi navê Retha Mehmûd Silêman ku ducanî bû, li Dirbêsiyê du jin yek bi amûra birînê hate qetilkirin Cîhan Xelîl Bîco û Reşa Selah jî bi şewatê hate qetilkirin û di nava civakê de hate belavkirin ku xwe kuştiye. Jin bi sedemên cuda tên qetilkirin. Qetilkirina jinan, qetilkirina jiyanê ye, qetilkirina têkoşîna wê ya dîrokî û deskeftiyên wê ye. Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku bi rengekî hesas nêzî mijarên qetilkirina jinan bibin û kesên ku vê sûcê pêk tîne bi rengekî hişk were cezakirin. Em bang li rêxistinên jinan dikin ku asta têkoşîna li hemberî zihniyeta baviksalarî bilind bikin û bi hevre em jiyana xwe biparêzin .”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
Qamişlo
 
Meclisa Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişloyê bi amadebûna jinên rêxistin û tevgerên jinan li dijî qetilkirina jinan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişloyê Ibtîsam El-Hisên ve hate xwendin.
 
‘Kuştina jinan rêbazek li hember têkoşîna jinan’
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedan û tekoşîna jinan li hember tundî û koletiyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dengvedanek li ser asta herêmî û cîhanî da, ev encam jî ji destkeftiyên şoreşa jinê hatiye bidestxistin. Tevî  berxwedan, têkoşîn û bidestxistina destkeftiyên giranbiha, lê hîn gelek astengî, zehmetî, tirs, bêrolkirina jinê di avakirina civakê de her wiha kuştina jinan di bi navê şeref û namûsê de, girêdayî wê xwekuştin ku di cewhera xwe de sûcekî veşartiye bi destê mêrê serdest  pêk tê.
 
‘Jin çavkaniya jiyana azad e’
 
Ev bûyerên kuştina jinan ji ber sedemên cuda tên kirin ku di van rojên dawî de li bajarê Qamişloyê du jin hatin kuştin, kuştina jinê tê wateya kuştina jiyanê û kuştina berxwedan û tekoşîna wê ya dîrokî. Jin çavkaniya jiyana azad e, ji ber wê bê azadiya jinê, civak azad nabe û xweza xweşik nabe.
 
Em jî wekî rêxistina jinan li hember sûcên kuştina jinan bê helwest namînin. Em ê xeta berxwedan û têkoşîna xwe bi felsefeya azadiya jinê bilind bikin. Ji  ber vê pêwîst e hemû tevger , sazî û rêxistinên jinan doza kuştina jinan bikin armanca xwe ya yekemîn da ku rê li ber van bûyeran bê girtin ji ber ku kuştina jinê kuştina jiyanê ye. Pêwîst e em parastina jiyana xwe bikin.
 
Piranî kujerên jinan dadgehê dixapînin û hewl didin ku dozê li gorî xwe bi encam bikin û azad bibin. Ji ber wê daxwaza me ew e ku zagonên dadê li ser kujerên jinan pêk werin û cezayên herî giran li kujeran bê birîn. Bangawaziya me ji kesên ku di dadgehê de bi karê dadê radibin bi erkê xwe rabin û cezayên herî giran bidin kujeran.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.