Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin

  • 12:30 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
WAN - Hate diyarkirin ku li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên saetên serê sibê de herî kêm 30 kes hatin binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên saetên serê sibê de polîsan û leşkeran bi ser dehan malan de girtine. Hate zanîn ku herî kêm 30 kes hatine binçavkirin û parêzeran da zanîn ku dibe ev hejmar bigihe 60 kesî. Hate ragihandin ku kesên sedema binçavkirina wan nehate zanîn birine Midûriyeta Polîsan a Wanê.
 
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Can Goren, Erol Sari, Mesût Uçer, Îsmet Yakût, Vedat Balik, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdulkadîr Akdag, Şahîn Ozturk, Bûlût Kaynak, Azat Kaya û Ozgur Dûman.