'Zimanê zikmakî mafekî bingehîn e'

  • 09:12 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
Rojdan Aydin
 
WAN - Şagirtên ARSÎSA'yê yên ku bertek nîşanê zext û bişaftina li ser zimanê kurdî dan, bi lêv kirin ku armanca wan ew e ku zimanê kurdî pêş bixînin. Şagirtan got, “Mirov bi zimanê xwe mirov e û bi zimanê xwe tê nasîn. Ji ber vê yekêjî zimanê zikmakî mafekî bingehîn e.”
 
Di salên 90’î de bi valakirina gundan ve êrîşên li ser Gelê Kurd û zimanê kurdî jî dest pê kir. Bi vê yekê re bişaftinek mezin li ser ziman tê meşandin û zimanê kurdî tê qedexekirin. Ligel hemû êrîş û qedexeyên desthilatdariyê jî xwedîderketinek mezin a ji bo zimanê zikmakî heye. Ligel vê yekê li Wanê jî ji zarokên temen biçûk bigirin, heta ciwan, jin û mêr ji bo xwedîderketin û parastina ziman dest bi perwerdehiya ziman kirine.
 
Şagirtên Navenda Komeleya Lêkolînê ya Ziman Çand û Hûnerê ya Wanê (ARSÎSA) ku ji her beşê hene, xwedî li zimanê xwe derdikevin û xwe fêrî zimanê kurdî dikin. Şagirtan, diyar kirin ku wan ji bo zimanê xwe pêş bixînin dest bi qûrsan kirine.  
 
‘Armanca min ew e ku zimanê kurdî pêş bixînim’
 
Jina bi navê Gulistan Onver (45) a ku di pola yekemîn de ye, anî ziman ku ji bo fêrî zimanê kurdî bibe û fêrî zarokê xwe bike dest bi qûrsa zimanê kurdî kiriye. Gulistan, diyar kir ku bi vê yekê re ew dixwaze axaftin, xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş bixîne û wiha got: “Ez dixwazim li welatê xwe zimanê xwe pêşve bixînim û di nav gelê xwe de kurdî biaxivim. Armanca min ew e ku zimanê kurdî pêş bixînim. Dema ku em kurdî diaxivin carna gotinên tirkî dikin navê. Dema ku hevalên me yên komeleyê kurdî diaxivîn min kêmasiyên xwe ferq kir. Ji ber vê yekê ji bo kêmasiyên xwe temam bikim min dest bi perwerdehiyê kir. Divê em ne zimanê tirkî pêş bixin, divê em zimanê xwe pêş bixînin. Ev du meh û nîv in me dest bi pola xwe ya yekem kiriye û em ber bi dawiyê ve diçin. Çi ji destên min bê ez ê heta mamostetiyê xwendina xwe bidomînim.”
 
‘Mirov bi zimanê xwe mirov e û bi zimanê xwe tê nasîn’
 
Gulistan, da zanîn ku dema dest bi qûrsa zimanê kurdî kiriye kelecanek mezin lê girtiye û gelek kêfxweş bûye û wiha domand: “Çawa ku zarokên biçûk dest bi kreşan dikin kelecanî dibin, ew hêst kete dilê min jî. Tiştekî gelek xweş e ku mirov ligel hevalên xwe zimanê xwe biaxive û pêş bixîne. Ev hest hestekî cuda ye. Dema ku zarokên me bi kurdî diaxivin kelecanek mezin dikeve dilê me. Lê dema tirkî diaxivin dilê mirov  diêşê. Ji ber vê yekê jî em dixwazin em hemû zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin. Bi vê yekê re zarokên xwe di her hêlê de li ser armancekê pêş bixînin. Divê mirov li welatê xwe bi zimanê xwe biaxive. Li kolan, kuçe, mal û bajarên xeribiyê bi zimanê xwe biaxivin. Banga min ji malbatên me ew e ku bila bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin. Ji ber ku mirov bi zimanê xwe mirov e û bi zimanê xwe tê nasîn. Dema ku em diçin nexweşxane û saziyên dewletê em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin hem li van deran û hem jî li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Em dixwazin li welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Mirov li welatê xwe çawa bi zimanekî dinê dikare biaxive? Em kurd in û divê em bi kurdî biaxivin. Divê em xwedî li nasname û çanda xwe derbikevin. Bila hemû kes bi zimanê dayika xwe biaxive. Mirov bi zimanê xwe tê nasîn û zimanê xwe dijî.”
 
‘Zimanê zikmakî mafekî bingehîn e’
 
Parêzer Ebrû Demîrtepe jî ku di pola mamostetiyê de ye, bi lêv kir ku ew bi zimanê dayika xwe tên dinyayê û mezin dibin, dema dest bi dibistanên tirkî dikin zimanê xwe ji bîr dikin. Ebrû, ev yel wek “şermeke ji bo me” bi nav kir û got ku pêwîst e xwedî li zimanê xwe derbikevin û ji bîr nekin. Ebrû, da xuyakirin ku ji ber pergalê hem oto asîmîlasyon tê meşandin û hem jî bi destên desthilatdariyê bişaftin li ser ziman tê meşandin. Ebrû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê em ji zimanê xwe re biyanî dimînin. Lewma min jî ev şerm di dilê xwe de dît. Ji ber ku min kurdî zanibû bi tenê, lê piştî tirkî hîn bûm min kurdî ji bîr kir. Ji bo li dijî vê pergalê bisekinim, xwedî li zimanê xwe derbikevim û ji bo têkoşîna ziman tiştekî ku ez bikim jî hebe min dest bi qûrsa zimanê kurdî kir. Min heta pola mamostetiyê berdewam kir. Ez wek parêzer û hiqûqnasekê dikarim bibêjim ku zimanê zikmakî mafek e û mafekî bingehîn e. Hewce ye em vî mafî bizanibin û li dijî desthilatdariyê re jî vî mafê xwe biparêzin. Ev dibe ku di perwerdehiyê de be, hizmetkirin be, parastina bi zimanê zikmakî be û gelek tiştên dinê be jî. Divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ji desthilatdariyê re jî nîşan bidin ku ev ziman zimanê me ye. Em ê li her derê û li her qadê li pişt zimanê xwe bisekinin.”
 
‘Em xwedî li zimanê xwe derbikevin’
 
Ebrû, di dawiya axaftina xwe de got ku tiştê herî girîng jî ew e ku bi zarokan re kurdî bê axaftin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku em zarokên xwe bi zimanê tirkî yan jî bi zimanekê biyanî mezin bikin wê demê em ê çawa bêjin em xwedî li zimanê xwe derdikevin. Wê demê em ê çawa bêjin zimanê me qedexe nekin û bişaftinê rabikin. Lê hewce ye em pêşî li zimanê xwe, xwedî derbikevin û piştre jî li dijî bişaftina desthilatdariyê bisekinin. Ji ber vê yekê jî hem li malê û hem jî li her derê bi zarokên xwe re divê em bi kurdî biaxivin. Ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî têkoşîna ku heye mezintir bikin. Li dijî qedexeyan em li çand û muzîka kurdî xwedî derbikevin.”
 
Li dijî bişaftinê dest bi qursê kir
 
Zîlan Îtah (38) jî da zanîn ku ew kurdî zane, lê zanebûn û axaftin ji hevdû cuda ye û wiha axivî: “Zarokên min hemû tirkî diaxivin. Ji bo ku zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikim min jî dest bi qursa zimanê kurdî kir. Her wiha di nava civakê de her herêm kurdiya wê cuda ye. Ji ber ku zimanê kurdî zimanekî dewlemend e. Zimanê kurdî zimanê dayika min e. Ji bo ku ez baştir fêr bibim min dest bi qursa ziman kir. Di hêla zimanê kurdî de min gelek tişt nizanibû. Dema ku min dixwend min nizanibû çi dibêje. Axaftin cuda û nivîsandin cuda bû. Em bi zimanê tirkî diaxivîn. Ji ber vê yekê xwendin û nivîsandin gelek ji hev cuda ye. Dema ku min nû dest bi polê kir, min nizanibû ku ez çi dixwînim. Ji min re gelek zehmet dihat. Dema ku min nû dest bi dibistana tirkî kir min tirkî nizanibû, lê piştre min zimanê xwe ji bîr kir. Ez bi dayik û bavê xwe re tirkî diaxivîm. Zarokên min jî kurdî nizanin, dema bi dayik û bavê min re diavin ew jî ji wan fêm nakin. Sedema vê yekê jî bişaftin e. Ji ber vê yekê em nikarin êdî bi malbata xwe re jî biaxivin. Ev kêmasiya min e. Ez zarokên xwe jî tînim li vê derê ji bo fêrî ziman bibin. Pêwîst bû ez bi zarokên xwe re bi kurdî biaxiviyam da ku ew jî kurdî bizanibûna. Gelê Kurd û malbatên me divê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Hemû tişt di destên me de ye.”