Aktîvîsta îranî: Jin di bin zexta malbat, civak û hikûmetê de ye

  • 09:03 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Aktîvîsta mafê jinan Nasrîn Momen Afzalî, hawira zextê ya li Îran û Rojhilat ragîhand û ji bo dirûşmeyên li ser çapemeniya dijîtal jî got: “Ev dirûşme, heta ku çalakiyên piştgiriyê tunebin û tevger tunebin wê vala derkevin.”
 
Jîna Emînî di 2022’yan de ji aliyê polîsên ahlaqê ve li Tehran a Îranê hat qetilkirin û piştî vê çalakiyên protestoyî li bajarên Rojhilat dest pê kiribûn. Bandora protestoyan hîn didome. Rejîma mola li dijî vê bi alavên zextê hewl dide civakê dîzayn bike.
 
Li dijî hemû tundiya fîzîkî û psîkolojîk jin dest ji têkoşînê û daxwaza ‘azadiyê’ bernadin.
 
Me rewşa dawî ya li Îranê bi aktîvîsta mafê jinan Nasrîn Momen Afzalî axivî.
 
* Em rewşa Îran û Rojhilat biaxivin. Hûn dikarin derbarê pirsgirêkên ku jin dijîn de hinek agahiyan bidin?
 
Newekheviya zayendî ya Îranê; pêkanînên hikûmetê yên li hember jinê, bêsûc hespkirin û cînayetên jinan êdî gihiştiye asteke ku mirovan dike fikaran. Em vê di nûçeyan de bi aşkera dibînin. Jin ji aliyê mêr û malbatên wan ve tên qetilkirin tu ceza nagirin. Tevî vê zilmê civaka Îranê jî rewşa xerab a jinan fêm nake, newekheviya zayendî dike û polîtîkayên dijminê jinê dimeşîne. Girîng e ku em bêjin mêr di mijara parastina mafê jinan de ne bi daxwazin. Di alî pirsgirêkê de qels dimînin. Ji hinek kesan û navdaran yeko yeko piştgirî heye. Jinan bi serîgirtinê sembolîze dikin. Di bin navê aramiya civakê de jin tên pelçiqandin. Ev tiştên min behskiriye aliyekî tenê yê zextên berfireh nîşan dide.
 
* Li herêmê protesto hîna bi heman lezê didome gelo? Jin li dijî hikûmetê çawa li ber xwe didin? 
 
Li seranserê welat protestoyên rêxistinkirî kêm bûn. Li şûna van protestoyan komên cuda yên gazincên xwe tînin ziman hene. Xwendekarên zanîngehê, mamoste, mamosteyên teqawî an jî karker, her kom niha bi daxwazên xwe protestoyan pêk tînin. Jin jî tenê jiyana rojane dijîn, derdikevin derve, tevli têkoşînê dibin ji ber ku tevlibûna jiyanê bi tena serê xwe têkoşîne. Ji ber vê şervanên ku ji bo mafên xwe têdikoşinin.
 
* Tê gotin demên dawî de stargeh tên girtin. Ev rewş tê çi wateyê?
 
Li Îranê bi awayekî fermî stargehên jinan tune ne. Ev sekna qanûnî jî jiber ku mêr li dijî van stargehan e. Ev jî serlêdanên riyên qanûnî ji xwe zehmet dike. Alîkariya hikûmetê di vê mijarê de qels be jî, saziyên civaka sivîl, saziyên taybet tevî hemû zor û zehmetiyan hewl didin stargehan vebikin. Stargeheke  ku aktîvîst û parêzereke ku xwe daye ser mafê jinan ev stargeh vekiribû û tenê ji 10-12 jinî re xizmet dida. Ev hat girtin. Girtina vê stargehê jî qelsiya bi xof a qanûnan nîşan dide. Ev peyamek xemgîn dide jinan. Ev jî nîşan dide ku ewlehî û aramiya jinan tuneye.
 
* Agahiyên ku ji ber zextên hikûmeta Îranê întîxar jî zêde bûne hene. Sedema van întîxaran çiye? Hûn çawa dinirxînin?
 
Ez wek aktîvîstek mafê jinan ku bi rêk û pêk li ser çapemeniya civakî bi jinan re di têkiliyê de me, dibim şahid ku di serî de jinên ciwan gelek jin bêhêvî ne. Jin wekê ku hemû rê lê hatine girtin difikirin. Di bin giraniya zextên malbat, civak û hikûmetê de tengezar dibin. Ev rewş wan di alî hestiyarî de hevsengiya wan tevlihev dike û di jiyana wan de guherîneke erênî pêk nayê. Hobî û aktîvîteyên civakî jî tên sînorkirin û nikarin xwe bigihîninê. Tevî serkeftina perwerdehiyê jî  derfet tenê ji mêran tên tahsîkirin. Mafê jinan ji dest tê girtin. Gelek jin ji ber vê bêhêvîne û wek revekê serî li riyên hîn radîkal didin.
 
* Herî dawî em vê bipirsin. Jin wê berxwedan û rêxistinbûnê bidomînin û niha çi tê kirin?
 
Jin ji piştgiriya civakê bêpar, bi tena serê xwe hewl didin li çareya serê xwe binêrin. Dirûşmeya ‘Gendjan azadî’ an jî ‘Jin ji azadiyê hez dikin’ tenê hatiye romanîkkirin û îdealîzekirin. Ji piştgiriya civakê bêpare. Tev dirûşme tevî ku di platformên wek X de gelek hatiye kesî qebûl kiriye jî di esasê de piranî dijminê jinê ne û jinan her tim nebaş nîşan didin. Ev gotin heta ku çalakî û tevgerên mafên jinan tunebin wê vala derkevin. Têoşîna jinan ji têkoşîna jinên misliman cudatir pêş dikeve. Lê der barê rewşa wan de feraseta global kêm dibîne. Li pişt tevgerên ku mafê jinan diparêzin hinek pêşketin hebin jî, ferzkirina serîgirtinê jî têde, derbarê daxwazên redkirina bandora îslamî de hîna kêmasî hene. Mixabin jî daxwazên xweserî û wekheviyê diçewisîne.