Xwebûn bi manşeta 'Her dem kurdî' derket

  • 09:02 13 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 230’yî ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Her dem kurdî” derket. 
 
Rojnameya Xwebûnê di hejmara vê hefteyê de bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî manşeta “Her dem kurdî” avêt û bal kişand ser girîngiya parastina zimanê kurdî. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê “Ganî rûmetê ziwanî bizêdîyo” bal kişand ser girîngiya ziman a di têkoşîna azadiyê de. 
 
Rojnameyê di rûpela Jinê de jî bi sernavê “15’ê Gulanê hawara zimanê kurdî” cih da têkiliya di navbera ziman û jinê de. Nivîskar Xecê Şen di nivîsa xwe de cih dide rola jinê ya li ser ziman û wiha dibêje: “Di xeta Hawarê de gelek şopên mezin ên jinan tê xuya kirin. Ji dîroka mirovahiyê ta niha jinan gelekî berxwedanên pîroz û watedar bi pêş xistine. Ji wan qadên têkoşîna jinên kurd yek jî di qada ronakbirî û rewşenbîriyê de rist û berxwedêriya jinan e.