Bernameyên Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me rumeta me ye

  • 20:30 12 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de li gelek bajaran bername pêk hat. Di bernameyan de li ser têkoşîna ji bo zimanê Kurdî tê dayîn hat sekinandin.
 
Di çarçoveya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li Wan, Mêrdîn û Amedê bername pêk hatin.
 
Wan
 
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Lêkolîna Ziman, Çand ûHunerê (ARSÎSA) li Mîksê  li ber tubeya Feqiyê Teyran daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partî ya Wanê Veysî Dîlekçî,  hevserokê DBP’a Wanê Harun Okay, hevşaredarên Mîksê Nebahat Benek, Ayvaz Hazir û hevşaredarê  bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeydan û gelek kes tevli bûn.
 
Hevberdevkê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Hamît Dîlbihat axivî û got têkoşîna ziman heman demê de têkoşîna hebûnê ye û zimanê wan nasnameya wan e.
 
Hevserokê DEM Partî ya Wanê Veysî Dîlekçî jî axivî û got wê gelê Kurd her tim xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.
 
Hevşaredar Abdullah Zeydan jî Feqiyê Teyran û hevalên wî yên têkoşînê bibîr anî û daxuyakirin ku wê ew her tim xwedî li rumeta xwe derkevin.
 
Mêrdîn
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bernameya 5 rojan amade kiribû û îro di roja duyemîn de stand-up a Kurdî hat pêşandan. Li Akademiya Hunerê Hemet Erbey derket ser dîkê û gele kes tevli bernameyê bûn.
 
Li Qosreê jî ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo zarokan bername pêk hat û bername bi erbaneyê bidawî bû.
 
Amed
 
Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya xebatên 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li gundê Text û di çarçoveya Roja Dayikan de jî li gundê Herta yên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê bername li dar xistin. Gundiyan eleqeyeke mezin nîşanî bernameyan dan û bi hev re stran gotin, govend gerandin. Hevseroka MED-DER'ê Şukran Yakût, mamosteyên MED-DER'ê û gelek zarok û welatî tev li bernameyan bûn.
 
Komeleyê, ewilî li gundê Text bi zarokan re civiya. Li wir mamosteyên MED-DER'ê bi zarokan re kirmanckî stran gotin û lîstik lîstin. Mamosteyan tîpên kurdî li ser depê nivîsandin û zarokan jî li ber tîpan navên xwe nivîsandin. Dû re zarokan li ser potekî spî bi boyaxan wêne xêzkirin û pot neqişandin.
 
Li dayikan kulîlk hatin belavkirin
 
Piştî çalakiya bi zarokan re, komele di çarçoveya Roja Dayikan de derbasî gundê Hertayê bû û li vir jî bi jinan re civiya. Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût ji jinan re behsa giringiya zimanê zikmakî kir û bal kişand ser xetereya li pêşiya zaravayê kirmanckî yê kurdî. Li vir jî jinan bi hev re stran gotin û li ser zimanê dayikê sohbet kirin. Herî dawî mamosteyan di çarçoveya Roja Dayikan de gul li jinan belav kirin û roja wan pîroz kirin.
 
Piştî belavkirina gulan bername bi dawî bû.