Li Bismilê bernameya Cejna Zimanê Kurdî

  • 18:48 12 Gulan 2024
  • Rojane
AMED - Li Bismilê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li qada vekirî panel hate lidarxistin û helbest hatin xwendin. Eleqeya ji panel û helbestan re zêde bû.
 
Aktîvîteyên di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li bajarên bakurê Kurdistanê destpêkirine didomin. Li Parka Vedat Aydin a li navçeya Bismil a Amedê bi tevlibûna Rênas Jiyan panelek hate lidarxistin. Moderatoriya panelê endama Lijneya Rêveber a Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Dîlan Guvenç kir. Li qada ku panel lê hate lidarxistin pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be, Zimanê Me Nasnameya Me Ye” hate daliqandin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçeyê, Hevşaredarên Bismilê û endamên meclisa şaredariyê û gelek kes beşdarî panelê bûn.
 
Dîlan Guvenç a di panelê de ewilî axivî, qala girîngiya dîrokî ya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî kir û bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser kurdî.  Dîlanê wiha got: “Li dijî van hemû zextan têkoşîneke mezin dibe jî heye. Di vê oxirê de bedelên mezin jî tên dayîn.”
 
‘Divê cih bidin çanda xwe’
 
Nivîskar Rênas Jiyan ê pişt re axivî jî wiha got: “Zimanê me zimanekî gelek pêşketî ye. Aliyê wî yê felsefî, hunerî û zanistî heye.” Jiyan destnîşan kir ku şûna nivîskar li ser şopa surealîzma Ewropayê biçin divê di nava wêjeyê de cih bidin çanda xwe ya kurd û wiha domand: “Divê em ji kevneşopî, kesayet û hesasiyeta civaka xwe dûr nekevin.”
 
Piştî axaftinan Rênas Jiyan helbest xwendin û helbest diyarî dayikan kirin. 
 
Dû re Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû plaket dan Rênas Jiyan. Ferheng û pirtûkên kurdî û pirtûkên Rênas Jiyan ên îmzekirî diyarî beşdarvanên panelê hatin kirin.