Li Dêrikê tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

  • 15:12 12 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.
 
Dewleta Tirk 7’ê Gulanê bi hinceta "cezayên dîsplînê" hevdîtina malbat û parêzeran li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta 3 mehan qedexe kir. Şêniyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi meşekê biryar şermezar kir.
 
Meş ji pêşiya geraca otobusan a bajarê Dêrikê destpê kir. Şêniyan wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên  "Azadiya fîzîkî û edalet ji bo Rêber Apo" hildan.
 
Meş li qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê rawestiya û veguherî mitingê. Li wir, hevserokê Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Girkê Legê Îdrîs Ehmed axivî û qala girîngiya felsefeya Abdullah Ocalan ji bo gelên herêmê û gelên bindest kir.
 
Îdrîs got: "Desthilatên hegemonîk, azadî, wekhevî û neteweya demokraîtk qebûl nakin, lew ra Rêber Abdullah Ocalan dîl girtin û tecrîda li ser girantir kirin, ji bo ku nehêlin fikrên wê li cîhanê belav bibe. Bi biryarên xwe binpêkirina mafan didomînin."
 
Îdrîs got ji bo azadiya Abdullah Ocalan were bidestxistin, divê têkoşîn were xurtkirin.
 
Endamê Meclîsa Bajarokê Til Koçerê Elî Ubeyd, bêdengiya hêz, rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember sûcên dewleta tirk ên li dijî girtiyên siyasî û binpêkirina pîvanên navneteweyî, şermezar kir.
 
Elî destnîşan kir ku gelê herêmê wê bêdeng nemînin û dê li qadan bin ta ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dest bixin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.