EŞÎK'ê bertek nîşanî 9’emîn paketa darazê da

  • 10:56 12 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - EŞÎK'ê bertek nîşanî 9’emîn paketa darazê ya ku ji aliyê Wezareta Edaleta Tirk ve hatî amadekirin û jinan dike hedef da, got “Bi jiyana jinan re nelîzin” û ragihand ku wê di nobetê debin.
 
9’emîn Pêşnûmeya paketa darazê ku ji aliyê Wezareta Edaleta Tirk ve hat amadekirin û ji 38 madeyan pêk tê, li bendê ne piştî cejna qurbanê bikeve meclîsê. Di pakêta darazê de tê plankirin ku di qanûna ceza ya Tirk de, di qanûna medenî û qanuna Noteran de û di gelek madeyan de guherîn were kirin. Di paketê de guherînên ku di qanuna medenî de tevî biryara dadgeha zagona bingehîn (AYM) cih dide ku jin piştî bizewicin nikarin bi tena serê xwe paşnavê xwe bi kar bînin.
 
‘Bi pakêta darazê re dê bêhiqûqiyên din werin’
 
Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) derbarê mijarê de bertek nîşan da û di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya dijîtal X de ev tişt got:
 
“9’emîn pakêta darazê, ji #MedeniYasa heta #6284 zagona tundiyê, ên ku dubare dubare sûc dikin, heta efûya nû, rêze bêhiqûqiyên din tînin. Di mijara paşnavê jinan de biryara #AYM tê binpêkirin. Girtîgeha bi zorê ya di 6284’an de rêya îtirazê tîne, dixwazin biryarên parastinê neyê pêkanîn.  
 
 Weke #EŞIK em di nobetê de ne. Ên ku di biloka desthilatê de jî di nav de em bang li hemû parlementeran dikin: Bi jiyana jinan nelîzin.”