'Divê Rêberê me azad bibe'

  • 09:41 12 Gulan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Bi sedan koçberên Efrînê li kantona Şehbayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her tim dadikevin qadan û banga azadiya wî dikin. Jinên tevli çalakiyan dibin berteka xwe ya li dijî tecrîda giran nîşan da û gotin:"Rêberê me Rêberê azadî û aştiyê ye. Divê azad bibe ."
 
Girêdayî hemleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" gelê kurd rojan e ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li qadan e. Li kantona Şehbayê li Navçeya Tillrifatê jî meş û çalakî tên lidarxistin. Jinên tevli çalakiyan dibin gotin:"Em ê her li qada bin, heya em azadiya Rêberê xwe misoger dikin"
 
'Em ji bo azadiya Rêberê xwe daketin qadan'
 
Emîne Muse nerazîbûna xwe li hemberî berdewamkirina tecrîdê da nîşandan û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Îro ji bo Rêberê xwe û azadiya wî ya fîzîkî em daketine qadan. Êdî bes e heya roja me ya îro Rêberê me di nava çar dîwaran de ye. Îro ji ber ku em bi azadiya Rêberê xwe bang dikin dewleta tirk a dagirker ji gelê kurd re dibêjin 'Hûn terorîst in'. Bi milyonan kes ji bo Rêberê xwe dengê xwe li cîhanê belav dike ma ev hemû kes 'terortîst in'? Em ne 'terorîst in' em mirovên azadîxwaz in. Êdî bes e ji vê tecrîda berdewam dike. Ma Rêberê me çi guneh kiriye, tenê ji bo doza gelê xwe têkoşîn kir. Divê rêberê me bê azadkirin."
 
'Divê jin ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna herî mezin bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê da zanîn ku ramanên Abdullah Ocalan ji bo wan hişyariyek e û got:"Bi saya ramanên Rêbertî gelê kurd tevahî rabû ser piyan ji xewa giran rabûn. Her wiha jin rabûn ser piyan û ji bo azadiya xwe bang dikin. Ev jî bi saya felsefeya Rêbertî bû lewma divê jin ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna herî mezin bikin ."
 
'Ger Rêberê me neyê azadkirin em jî azad nabin'  
 
Di heman demê de Emîne Hebeş jî axaftina xwe kir tecrîd şermezar kir û got:"Tecrîda ku îro li ser Rêbertî hat meşandin û heya roja me ya îro berdewam dibe yekser li ser gelê kurd jî tê ferzkirin. Ma kanî rêxistinên mafê mirovan çima bi erka xwe ranabin? Îro çiqaas tecrîd li ser Rêberê me giran bûye ewqas jî felsefe û ramanên wî belav bûye, heya ku dilopek xwîn di canê me de heye em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîn bikin ji ber ku ger Rêberê me neyê azadkirin em jî azad nabin."