'Desthilatdarî biguhere jî polîtîkayên li hember Kurdan naguherin'

  • 09:37 12 Gulan 2024
  • Rojane
 
WAN - Nivîskara Kurd Gulîstan Kanîreş bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re zext û êrîşên li hember zimanê Kurdî nirxand û got: “Belê, zilm zêde dibe lê her ku zilm zêde dibe bexwedan jî bi awayekî xurt mezin dibe.”
 
Di dîroka Tirkiyeyê de desthilatdarî biguhere jî êrîş û  polîtîkayên îmhayê yên li hember Kurdan tu caran neguherî. Di 22 sal desthilatdariya AKP’ê de jî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên li hember Kurdan ast guherî û berdeawm dike. Di çarçoveya înkara li hember Kurdan de di 8 salên daweî de bi qeyûmên hatin tayînkirin ev zext berdewam kirin. Rêveberiya qeyûm ku tehemulê yek tabeleyek Kurdî nekir, kreş û malên çandê veguhertin qursa Kuranê. Qeyûmên  ku ewil tabelayên Kurdî rakirin, bêtehemuliya xwe ya li hember Kurdî bi aşkera nîşan da. Tevî hemû êrîşan berhemên Kurdî her diçin zêde dibin. Nivîskar Gulîstan Kanîreş ku di qada zimanê Kurdî de gelek behrem nivîsiye, diyar kir ku êrîşên li hember Kurdî zêde bûne lê têkoşîn jî beramberê wê mezin bûye.
 
‘Em wek gelê Kurd bêhtir li ber xwe bidin’
 
Gulîstanê destnîşan kir ku ne tenê zimanê Kurdî her tiştên aydê Kurdan her tim di bin zilm û dagirkirinê de bûye û got: “Gelê Kurd êdî bûye xwedî hişmend. Gelê Kurd tu carê dest ji çand û zimanê xwe bernade. Ew çiqas êrîş bikin jî em wek gelê Kurd her tim wê zêdetir berxwe bidin. Ji ber vê tu kes nikare ziman û çanda me bipelçiqîne.”
 
‘Dîrok û çanda me bi kok e’
 
Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çand û dîroka Kurd dewlemend e û bi kok e. Ji ber vê jî desthilatdarî nerehete. Ew jî diznain ku çand û dîroka me nikare bê qedandin. Ez zilm jî ji ber vê heye. Ewe jî dizanin ku çanda me biqedînin wê me jî biqedînin. Kurd li her qadê berxwe didin. Gelek sazî di alî çand û ziman de xebatê dimeşînin hatin vekirin. Li dijî asîmîlasyonê xebat tên kirin. Her ku ev xebat mezin dibin ked û kelecanek mezin dertê holê. Zilm zêde dibe lê berxwedan jî mezin dibe. Xwedîderketinek mezin li ziman heye.”
 
‘Nivîskarên Kurd eynika têkoşîna gel in’
 
Gulîstanê wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Bêyî têkoşîn û berxwedan tu serkeftin jî nayê bidestxistin. Gelê Kurd vê baş diznain. Hemû nivîskarên Kurd, akademîsyen û pêşeng eynika gelê Kurd in. Divê her kes xwe berpirs bibîne. Ne tenê nivîskar û akademîsyen he rkes ji çand û zimanê xwe berpirse. Em çanda xwe û zimanê xwe winda bikin em ê wek gel tune bibin. Ji ber vê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Di xwendinê de di nivîsandinê de û di her qada jiyanê de em zimanê xwe bidin hezkirin.”