Li dijî gotina ‘Tecrîd tune ye’ bertek: Divê hiqûqnas dengê xwe bilind bikin

  • 09:03 12 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Parêzera OHD’eyî  Elîf Taşdogen derbarê gotina wezareta dadê ya ‘Li îmraliyetê tecrîd tuneye’ axivî û got: “Ev gotinek neşênber a derbarê nebûna tecrîdê de ye. Lê di dijhiqûqiya li ser birêz Ocalan de israr dikin. Divê hiqûqnas, parêzvanên mafê mirovan û baro li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên din yên li Îmraliyê ye 38 meh in tu agahî nayê girtin. Tevî ku 30 sal cezayê girtî Veysî Aktaş temam bûye jî tahliyeya wî salek din ha ttaloqkirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tecrîd rabin ji bo malbat û parêzer hevdîtinên xwe bikin di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) dan. Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê îdia kir ku ‘Hemû girtî ji mafên wekhev fêdeyê digirin’. Piştî vê daxuyaniyê di 28’ê Adarê de hat hînbûn ku li Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim qedexeyek hevdîtinê ya nû ya 3 mehan hatiye dayîn.
 
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogen li dijî tecrîda li Îmraliyê axivî.
 
‘Ev gotinek ne şênber e’
 
Elîfê got Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê îdia kir ku tecrîd tuneye û piştî vê bêyî sedem bê zanîn bi ‘Cezayê dîsîplînê’ sê meh qedexeya hevdîtinê dane malbatê. Elîfê wiha dirêjî dayê: “Em rewşa şênber bidin holê, ji derveyê vê gotinê rastiyek din heye. Birêz Ocalan bi parêzeran re hevdîtin nekiriye, bi malbatê re hevdîtin nekiriye, bi telefonê hevdîtin nekiriye. Dema em li vê tabloyê dinêrin gotina Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê rastiyê  nîşan nade. Di daxuyaniyan de tê gotin ku tecrîd tuneye, bi girtiyên din re aktîvîte tê kirin. Gelo bi rastî Birêz Ocalan bi girtiyên din re tê gel hev. Gelo girtî navbera xwe de tên gel hev ji hev agahiyê digirin.  Îdiaya wan eve ku ev tên kirin. Lê tecrîd her tiştî nîşan dide. Em dizanin ku Midûriyeta Gişti ya Malên Tevkîf û Ceza ya Wezareta Dadê tecrîdê dibe asta herî jor.”
 
‘Dewleta Tirkiyeyê tedbîra xwe digire’
 
Elîfê her wiha anî ziman ku cezayên kêfî yên dîsîplînê wekê li gorî hiqûqê ye nîşan didin û ev tişt bi lêv kir: “Ceza û lêpirsînên dîsîplînê ji parêzeran re nayê teblîgkirin. Bi vî awayî riyên îtîrazê tên girtin. Pêşî li mekanîzmayên hiqûqê tên girtin. Dema lêpirsînek dîsîplînê bê vekirin neçare ji parêzeran re bê teblîgkirin. Em dikarin bêjin li girtîgeha Îmraliyê dijhiqûqî hatiye avakirin. Biryar ji parêzeran re nayên teblîgkirin, serlêdana parêzeran nayê girtin . Ev di hiqûqê de tuneye. Dewleta Tirk dizane ku pêvajoyek darizandinê ya vê dijhiqûqiyê heye û ji îro de hewl dide tedbîra xwe bigire.”
 
Tahliyekirina Veysî Aktaş 
 
Elîfê wiha berdewam kir: “Girtî Veysî Aktaş di 28’ê Nîsanê de divê bihata tahliyekirin. Lê înfaza wî salekê hat taloqkirin. Hinceta taloqkirian înfaza wî  bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran heye nehat dayîn. Ev dij hiqûqiyê nîşan dide. Bersiva vê di hiqûqa Tirkiyeyê de jî tuneye. Hinceteke din ya netahliyekirina Veysî Aktaş heye. Berdana Veysî Aktaş dihat wateya teşhîrkirina tecrîdê.”
 
‘Di dijhiqûqiyê de israr dikin’
 
Elîfê wiha dawî lê anî: “Dijhiqûqî ji bêdengiya civakê girantir dibe. Bi dijhiqûqiyê re tecrîda Îmraliyê giran dibe. Tecrîd pisrsgirêka aliyekî tenê nîne. Tecrîd pirsgirêkek giştiye. Bandor li ser hemû kesî dike. Lê hiqûqnas, deng nakin. Ji ber dijhiqûqî li Birêz Ocalan tê kirin di nedîtinê de israr dikin. Divê baro, parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas dengê xwe bilind bikin. Li dijî vê hiqûqiyê em ê bi înat têkoşîna xwe ya hiqûqê bimeşînin.”