ROJEVA 12'YÊ GULANA 2024'AN

  • 09:00 12 Gulan 2024
  • Rojev
 
* “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ez ê jiyana xwe fedayî rizgariya Kurdistanê bikim û bila ji porê min alê çêbikin.”  Ev gotin gotina lehanga kurd a Leyal Qasim jina yekem ku ji bo azadiya welatê xwe hatiye darvekirin e. PORTRE 
 
*Parêzera OHD’eyî  Elîf Taşdogen derbarê gotina wezareta dadê ya ‘Li îmraliyetê tecrîd tuneye’ axivî û got: “Ev gotinek neşênber a derbarê nebûna tecrîdê de ye. Lê di dijhiqûqiya li ser birêz Ocalan de israr dikin. Divê hiqûqnas, parêzvanên mafê mirovan û baro li dijî vê dengê xwe bilind bikin.” BI DÎMEN 
 
*Ji roja Peymana Stenbolê hatiye feshkirin heta niha li Tirkiyeyê 1099 jin hatine qetilkirin û 647 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jinan bertek nîşanê vê dan û gotin: “Dewlet newekhevî, neheqî, qetilkirin û tundiyê ji holê raneke em ê bikin. Em ê barîkatan hilweşînin, li dijî dewleta ku jinan bêdeng dike, bi israra ku wê siberoj ronî bibin têkoşîna xwe bidomînin.” BI DÎMEN 
 
*Nivîskara Kurd Gulîstan Kanîreş bi nêzîkbûna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re zext û êrîşên li hember zimanê Kurdî nirxand û got: “Belê, zilm zêde dibe lê her ku zilm zêde dibe bexwedan jî bi awayekî xurt mezin dibe.” DÎMEN HEYE
 
* Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut diyar kir ku jinan eleqeyek mezin nîşanê turnuvaya futbolê ya ku li ser navê Gulîstan Doku pêk tînin, dane û got: “Em tu carê şûnde gavê navêjin û em ê pirsa ‘Gulîstan Doku li kuye?’ bipirsin.” DÎMEN HEYE