Lêgerîna edaletê ya li ber wezaretê di roja 100’emîn de ye

  • 21:00 11 Gulan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Nobeta Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê ket roja 100’emîn.
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, didome.
 
Emîneyê piştî nobeta li Rihayê, nobeta xwe bir Enqereyê ber wezareta dadê û çalakiya wê ket roja 100’emîn. Dayikên Aştiyê yên ji Stenbolê hatibûn, parlamenterên DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar,parlamenterê Îdirê Yilmaz Hun, Kolektîfa Demokrasî ya Sosyalîst (SOLDER)  û Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê çûn serdana Emîne Şenyaşar.
 
Dayika Aştiyê Fînce Akman axivî û da zanîn ku dayika Emîne çend sale li kolanê nobetê digire û got deng bidin  qêrîna wê. Fînceyê da zanîn ku ev dayik maf, hiqûq û edeletê dixwaze.
 
Mîthat Sancar jî axivî û balkişand ser têkoşîna Emîneyê û got têkoşîna ku Emîne dimeşîne têkoşîna edeletê ye û wê edelet teqez bê.
 
Li aliyê din  jî Sevîn Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, ji çalakiya Emîneyê bi bandor bibû û li ber waretê çalakiya xwe dabû destpêkirin. Çalakiya wê di roja 23’an de berdewam kir.