Li Colemêrgê cîsmek teqiya kesek birîndar bû

  • 19:50 11 Gulan 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li gundê Dizê yê Colemêrgê ji ber teqîna cismeke nediyar welatiyek birîndar bû.
 
Li mezrika Derav a gundê Dizê yê Colemêrgê ji ber teqîna cismeke nediyar yê li nêzî qada leşkerî welatiyek birîndar bû.
 
Li gor agahiyên bi dest ketin, Ugur Kuşar  ku bi hevalên xwe re çû pîknîkê, ji ber teqîna cismekî nediyar birîndar bû. Piştî teqînê Kûşar ji aliyê tenduristkarên hatin cihê bûyerê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat kirin. Hat hînkirin ku Kûşar ji çoka xwe ya çepê birîndar bûye û ew xistine emeliyatê.