Ez Shahira Delawarzada: Ev çîroka jinek Afgan e

  • 09:03 11 Gulan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Ev çîroka jinek Afgan e; Shahîra Delavarzade bi gelek xeyalan mezin bû lê bi kabusa ku Talîban anî welatê wê, bi xeyal û hedefên xwe re koçî welatekî din kir.
 
Talîban di 2021’ê de li Afganîstanê desthilatdarî girt û hemû qada jiyanê li jinan teng dike. Sê sale zext û zilmê li ser jinan dimeşîne. Jin li dijî tundî û zextê çalakî û perwerdehiya xwe veşartî dimeşîne. Jinên ji aliyê Talîban ve tên şopandin jî bi tehdîd şantajan re tê rû hev.
 
Jinên li welat hewl didin qedera xwe bixwe binivîsin xwe rêxistin dikin û li aliyê din jî hewce bi piştgiriya navneteweyî dibînin. 
 
Welat veguhestin zindanê
 
Têkoşîna jinan a li welat her çiqas deng bide jî, di sînorên ku zîhniyeta serdest a kapîtalîst-mêr Talîban heye, têkoşîna jinan tê çewisandin. Talîban welat li jinan kiriye zindan. Yek ji van jinan jî Shahîra Delaarzada ye. Shahîra ku di dibistanên bin erdê de ders dida piştre ket riya koçberiyê. Ev çîroka wê û jinên Afgan e.
 
Beriya Talîban li Takharê jiyan
 
Shahîra çîroka xwe wiha dibêje: “Ez Shahîra Delawarzada. 24 salî me. Keçek Afgan a bi gelek xeyalan mezin bûme. Ez û malbata xwe li wilayeta Takhar dijiyan. Beriya ku Talîban bê desthilatdariyê. Beriya Talîban jiyanek min a xweş hebû. Min Beşa Aboriyê li zanîngeha Takhar xwend. Piştre mezun bûm. Min dest bi kar kir. Lê piştî Talîban hat her der dagir kir. Rewşa jinan guhert.
 
Li dijî bêdengiyê qursên perwerda veşartî
 
Jiyan veguherî kabusê. Tehdîda li ser jinan roj bi roj zêde bû. Mafên jinan ji dest hatin girtin. Ez jî yek ji jinên li dijî vê têkoşînê dimeşînim. Ji bo bêdeng nemînim em jin hatin gel hev û me bi awayekî veşarî perwerde da zarokên keç. Di saziyek civaka sivîl de wek mamoste min dest bi xebatê kir û bi saya vê bi armanca hişmendîkirina jin û zarokên keç me têkoşîn da destpêkirin. Em çûn gund û herêmên dûr û me der barê maf de jin û zarokên keç agahdar kirin. Ez salekê xebitîm. Vê pêvajoyê Talîban ez rehet bernedam, tehdîd kir.
 
Tehdîd, destdirêjî, tundiya psîkolojîk
 
Çend caran hatin ofîsê û tehdîd kirin. Lê min serî netewand. Rojekê hatin mala min. Gotin tu dest ji xebatên xwe bernedî em te û bavê te digirin û ji holê radikin. Min dizanibû ev ne tenê çavtirsandinek û gotinek e. Ji ber her roj jin dihatin girtin. Ji van jinan agahî nedihat girtin. Me dizanibû çi tê serê wan. Lê dîsa jî em nizanin çi dibûn.
 
Li dijî tundiyê koçberî
 
Li ser vê min biryar da ku ez ji welat derkevim. Afganîstan ji bo jinan wek cehnemê ye. Talîban îşkenceyê li jinan dike. Min û malbata xwe di dawiya meha adarê de welat terk kir û li Tacîkîstanê bûn penaber. Tenê xaniyekî me hebû. Me ji bo rêwitiyê ew jî firot. Roja ku me her tişt winda kir, ji bo min zehmet bû. Heval û xizmên me li wir man.  Niha xwe azad û ewle hîs dikim. Hêvîdar im bi malbata xwe re jiyanek aram bijîm. Lê ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”