Wesayîtên şaredariyê ji miftitiyê re hatiye tahsîskirin

  • 09:02 11 Gulan 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger 
 
MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan da zanîn ku ji sedî 48 a dahatuya şaredariyê ya salane di sê mehên dawî de derbasî hesab bûye û got du wesayîtên aydê şaredariyê jî ji Miftitiya navçeyê re hatiye tahsîskirin.
 
Yek ji şaredariyên ku ji aliyê pergala qeyûm ve hatiye texrîbkirin Şaredariya Nisêbînê bû. Derket holê ku qeyûm beriya hilbijartinên 31’ê Adarê di serî de Navenda Çanda Mîtanî, kompleksa sporê, hewza soberiyê û Navenda Jiyanê ya Jinan dewrê Walîtiya Mêrdînê kiriye. Her wiha qeyûm 4 ekranên led ên di bin zîmeta şaredariyê de dewrê qeymeqamtiya Nisêbînê kir û Navenda Ciwanan jî ji bo 25 salan ji Midûriyeta Perwerdeya Navçeyê re tahsîs kiriye.
 
Hevşaredarên Nisêbînê bi pankarta ku li avahiya şaredariyê daliqand, deyn û malên aydê şaredariyê yên qeyûm dewrê cihên din kirine ji rayagiştî re aşker akir. Li gorî vê di 2023-2024’an de dahatuya giştî ya şaredariyê 336 mîlyon 508 hezar û 100.53 ye, deyn jî 140 mîlyon 668 hezar û 329.41 e. Pereyê di qasa şaredariyê de jî wek 2 mîlyon 520 hezar û 229.98 hat aşkerakirin.
 
Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan, der barê mijarê de axivî.
 
Navendên çand û jinê dewrê YÎKOB’ê hatine kirin
Gulbînê da zanîn ku piştî şaredarî ji qeyûman girtine heman lêkolîn kirine û got: “Me di şaredariya ku 8 sale destê qeyûm de bû hîna lêkolînek berfireh nekiriye. Lê me hinek tiştên di sala dawî de hatine kirin dîtin. Em tiştên fêr dibin ji rayagiştî re parve dikin. Me pankart bi avahiyê ve daliqand û deng û malên ku hatine dewrkirin bi gelê xwe re parve kir. Me dît ku navendên jin û ciwanan tahsîsê cihên din hatine kirin. Ji bilî deyn ev tahskirin û dewrkirin hatine kirin. Navenda Çanda Mîtanê, Navenda Jiyanê ya Jinan, Kompleksa Sporê, hewza soberiyê dewrê Walîtiyê hatiye kirin. Navenda Çanda Mîtanî û Navenda Jiyanê ya Jinan dewrê Serokatiya Kordînasyon û Şopandina Razemeniyê ya Walîtiya Mêrdînê (TÎKOB) hatiye kirin.”
 
Navenda ciwanan ji bo 25 salan tahsîsê wezareta perwerdê hatiye kirin
 
Gulbînê daxuyakirin ku Navenda Ciwanan jî di 2019’an de ji bo 25 salan tahsîsê Midûriyeta Perwerdê hatiye kirin û wiha dirêjî dayê: “Qeyûm 4 ekranên led ên di bin zîmeta şaredariyê de dewrê qeymeqamtiya Nisêbînê kir û Navenda Ciwanan jî ji bo 25 salan ji Midûriyeta Perwerdeya Navçeyê re tahsîs kiriye. Me di civîna ewil a meclîsê de der barê vê de biryara betalkirinê da. Me biryara xwe teblîg kir. Me xwest bên dewrkirin. Em dixwazin şûnde dewrê xwe bikin. Saziyên dewrê walîtiyê hatine kirin yekane navendên ji gel re xizmetê dikin e. Ev xespkirina îradeyê ne. Navenda Çanda Mîtanî bi awayekî fîlî hat xespkirin. Du wesayîtên me ji bo Miftîtiyê hatine tahsîskirin. Me ji bo dewrkirina van wesayîtan nivîs nivîsî. Em ê wesayîtên xwe dîsa bigirin.”
 
Gulbînê balkişand ser deynê ku qeyûm hiştiye û wiha dawî lê anî: “Me tabloya dahatuyê ya sê mehan pêşkêş kir. 336 mîlyon û 508 hezar lîra dahatu hatiye. 120 mîyon di sê mehên dawî de hatiye. Dema me şaredarî girt di qaseya şaredariyê 2 mîlyon 520 hezar hebû. Lê dema em li rapora faliyetê dinêrin, ev ji bo gelê Nisêbînê nehatiye xerckirin.”