Hevşaredarên Giyadînê mazbatayên xwe girtin

  • 20:58 5 Nîsan 2024
  • Rojane
AGIRÎ - Hevserokên Şaredariya Giyadînê Hayat Zorbay û Adnan Dogan mazbatayên xwe girtin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Şaredariya Giyadînê ya Agiriyê sedî 57,43 bi dest xist, Hayat Zorbay û Adnan Dogan wek hevşaredar hatin hilbijartin. Rêxistina DEM partî ya Giyadînê, hevşaredar û gelek kes îro çûn lijneya hilbijartinê ya navçeyê û mazbatayên xwe girtin.