Hevşaredarên Giyadînê mazbatayên xwe girtin 2024-04-05 20:58:35   AGIRÎ - Hevserokên Şaredariya Giyadînê Hayat Zorbay û Adnan Dogan mazbatayên xwe girtin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Şaredariya Giyadînê ya Agiriyê sedî 57,43 bi dest xist, Hayat Zorbay û Adnan Dogan wek hevşaredar hatin hilbijartin. Rêxistina DEM partî ya Giyadînê, hevşaredar û gelek kes îro çûn lijneya hilbijartinê ya navçeyê û mazbatayên xwe girtin.