Hevşaredarên Dêrsîmê mazbatayên xwe girtin

  • 20:24 5 Nîsan 2024
  • Rojane
DÊRSÎM - Hevşaredarên Dêrsîmê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak mazbatayên xwe girtin. Hevşaredaran li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek dan û gotin: “Li vî bajarî yekane tişta em bikin heye. Xizmeteke wekhev. Em ê bi hev re Dêrsîmê ava bikin.
 
Hevşaerdarên Dêrsîmê Bîrsn Ohan û Cevdet Konak mazbatayên xwe girtin. Piştî ku CHP îtîrazê hilbijartinan kiribû hevşaredaran dereng mazbata xwe girtin. Hevşaerdaran îro ji Lijneya Hilbijartinê mazbata girtin.  Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Cengîz Çîçek, gelek welatî ligel şaredaran çûn lijneyê.
 
Hevşaredaran piştî ku mazbata girtin meş pêk anîn. 
 
Bîrsen Orhan axivî û got: ““Li vî bajarî yekane tişta em bikin heye. Xizmeteke wekhev. Em ê bi hev re Dêrsîmê ava bikin.”
 
Cevdet Konak jî axaftinek kir û daxuyakirin ku wê xizmeteke wekhev  bikin.