Hevşaredarên Dêrsîmê mazbatayên xwe girtin 2024-04-05 20:24:03   DÊRSÎM - Hevşaredarên Dêrsîmê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak mazbatayên xwe girtin. Hevşaredaran li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek dan û gotin: “Li vî bajarî yekane tişta em bikin heye. Xizmeteke wekhev. Em ê bi hev re Dêrsîmê ava bikin.   Hevşaerdarên Dêrsîmê Bîrsn Ohan û Cevdet Konak mazbatayên xwe girtin. Piştî ku CHP îtîrazê hilbijartinan kiribû hevşaredaran dereng mazbata xwe girtin. Hevşaerdaran îro ji Lijneya Hilbijartinê mazbata girtin.  Parlamenterên DEM Partiyê Ayten Kordu û Cengîz Çîçek, gelek welatî ligel şaredaran çûn lijneyê.   Hevşaredaran piştî ku mazbata girtin meş pêk anîn.    Bîrsen Orhan axivî û got: ““Li vî bajarî yekane tişta em bikin heye. Xizmeteke wekhev. Em ê bi hev re Dêrsîmê ava bikin.”   Cevdet Konak jî axaftinek kir û daxuyakirin ku wê xizmeteke wekhev  bikin.