Li Geverê hevşaredar tevli xebatên paqijiyê bûn

  • 16:09 5 Nîsan 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Piştî ku Şardariya Geverê ket  destê DEM Partiyê, li navçeyê hevşaredar û Endamên Meclisa Şaredariyê, bi nêzbûna cejnê re test bi xebatên paqijiyê kirin.
 
Piştî ku rêeberiya Navçeya Geverê ya Colemêrgê ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredar û Endamên Melclisa Şaredariyê, bi nêzbûna cejnê re li navçeyê dest bi xebatên paqijiyê kirin. Rêxisitna DEM Partiyê ya Geverê, Hevşaredarên navçeya  Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî, Endamên Meclisa Şardariyê, bi hev re li hemû kolan û taxên navçeyê dest bi xebatên paqijiyê kirin. 
 
'Divê ku em wekî mala xwe lê binêrin'
 
Piştî paqijiya ku hat kirin, hevlaredaran ji esnaf û gel re got, "Divê em derdora xw paqij bigirin, gelaşê navêjin derdorê û em bi hev re li warê xwe xwdî derkevin. Ev der cihê me hemûyan e. Bila herkes wekî mala xwe lê binêre."