Li Geverê hevşaredar tevli xebatên paqijiyê bûn 2024-04-05 16:09:23     COLEMÊRG - Piştî ku Şardariya Geverê ket  destê DEM Partiyê, li navçeyê hevşaredar û Endamên Meclisa Şaredariyê, bi nêzbûna cejnê re test bi xebatên paqijiyê kirin.   Piştî ku rêeberiya Navçeya Geverê ya Colemêrgê ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredar û Endamên Melclisa Şaredariyê, bi nêzbûna cejnê re li navçeyê dest bi xebatên paqijiyê kirin. Rêxisitna DEM Partiyê ya Geverê, Hevşaredarên navçeya  Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî, Endamên Meclisa Şardariyê, bi hev re li hemû kolan û taxên navçeyê dest bi xebatên paqijiyê kirin.    'Divê ku em wekî mala xwe lê binêrin'   Piştî paqijiya ku hat kirin, hevlaredaran ji esnaf û gel re got, "Divê em derdora xw paqij bigirin, gelaşê navêjin derdorê û em bi hev re li warê xwe xwdî derkevin. Ev der cihê me hemûyan e. Bila herkes wekî mala xwe lê binêre."