Li Qamişlo pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

  • 10:45 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Belavkirina xêzeromana bi navê “Azadî dê bi ser bikeve – Bi Xet û Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan”, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.
 
Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê çalakiyek li dar xist. Gelek rewşenbîr û her wiha hevserokên TEV-DEM'ê û gelek kes di çalakiyê de amade bûn.
 
Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso di çalakiyê de axivî û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Rêber Apo bi jiyan, sekn û berxwedana xwe bandor li hemû jiyan û mirovahiyê kir. Rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd, hemû mirovahiyê, malbatên şehîdan, şervanên azadiyê û hemû çalakgeran pîroz be.”
 
Piştî axaftinê helbestvan Beşîr Neweh helbesta xwe ya bi navê ‘Marmara’ ku beriya 24 salan ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandiye û helbestvan Ebûd Mexso jî helbesta 'Îmralî' ya ku 24 sal berê di dema darizandina li Îmraliyê de nivîsandiye, xwendin.
 
Piştre endamê Koma Botan dengbêj Yasîn Botan kilama xwe ya bi navê "Siwaro" ku li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye, pêşkêş kir.
 
Her wiha beşdaran li parkê dar çandin û li ber wêneyê Rêber Abdullah Ocalan mûm vêxistin û li ber stranên hunermend Lawîn Seîd Yûsif govend hate gerandin.
 
Di dawiya çalakiyê de xêzeromana bi navê "Azadî dê bi ser bikeve – Bi Xet û Xêzan Jiyana Abdullah Ocalan " a li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat belavkirin.
 
Xêzeroman ji aliyê nivîskarê skoçyayî Sean Michael Wilson ve ku li Japonyayê dijî hatiye nivîsandin û karîkaturîst Kurd Keko ku li Spanyayê dijî xêzkariya wê kiriye. Weşanxaneya Şilêr jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çapê amade kiriye.
 
Her wiha di çalakiyê de belavokên bi kurdî û erebî yên ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve hatine amadekirin û kurtejiyana Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin.