Encama kampanyaya îmzeyan wê 7’ê Nîsanê were eşkerekerin

  • 10:39 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Encama kampanyaya îmzeyan a ku ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatibû destpêkirin, wê 7’ê Nîsanê were eşkerekirin.
 
Kampanyaya îmzeyan a ku 9`ê Sibata 2024'an ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibû destpêkirin, bidawî dibe. 
 
Beriya niha hatibû gotin ku wê kampanya 4’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê were bidawîkirin. Lê roja eşkerekirina encaman hat guhertin.
 
Li gorî agahiyên ku endamên înîsyatîfê dane ANHA’yê daxuyanî wê 7’ê Nîsanê were dayîn. Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku îro bi minasebeta 4’ê Nîsanê li gelek deveran şahiyên pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan hene, lewma wana guncav dîtiye ku daxuyaniyê taloq bikin.