Gultan Kişanak: Wan dîrokek nivîsand!

  • 10:37 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara girtî Gultan Kişanak, derbarê berxwedana Wanê de peyamek da û got: "We dîrokek nivîsand. We hêviya gelê me ya demokrasî, aştî û azadiyê mezin kir."
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê, siyasetmedara girtî Gultan Kişanak, têkildarî berxwedana Wanê peyamek weşand. 
 
Di peyamê de wiha got: 
 
“Gelê Wanê yê hêja;
 
Têkoşîna ku we meşandiye bûye dîrok. We dîrokek nivîsand. We hêviya gelê me ya demokrasî, aştî û azadiyê zêde kir. We nîşan da ku wê tu komplo li dijî vîna gel bi ser nekeve. Ez ji dil û can pîroz dikim û pîroz dikim ku hûn van hestên xweş dane me. Hemû Tirkiyeyê li hemberî berxwedana bi rûmet a gelê Wanê careke din girîngiya parastina demokrasî, hiqûq, edalet û vîna gel dît. Piştgiriya kesên ku piştgiriyê didin demokrasiyê bi gelê Wanê re hişt ku em ji bo pêşerojê xeyalên çêtir bibînin.
 
Ez ji 7 salî heta 70 salî hemû gelê Wanê yên ku tevlî nava refên vê berxwedana bi rûmet bûne silav dikim û we careke din we pîroz dikim ku dawî li polîtîkaya qeyûm anî."