Şoreş li dîrokê qeyd kirin

  • 09:07 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 10 sal di ser damezrandina YPJ’ê re derbas bûn ku yek ji hêzên sereke yên şoreşa Kobanê bû û gav bi gav hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû sembola têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, ji jinên cîhanê re bû îlham.
 
Pêvajoya bi navê “Bihara Ereban” ku di sala 2011’an de li welatên Ereban dest pê kir, bandora xwe li Sûriyê jî kir. Lê li Sûriyeyê di bin pêşengiya siyaseta kurd de pêşketineke cuda rû da. Siyaseta Kurd li ser esasê perspektîfa Rêya Sêyemîn pêngava avakirina sîstema “Neteweya Demokratîk” bi gel re avêt. Ev pêvajo wekî Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de ket dîrokê.
 
Piştre gelên li Sûriyeyê dijîn, li dijî sîstema netewe-dewletê ya ku li ser yek ziman, yek çand, yek ol û yek alekê ava dibe, dest bi avakirina sîstemeke li ser esasê pirzimanî, pirçandî û azadiya jinê kirin. Şoreşa Rojava veguheriye sîstemeke ku hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne. Ji ber ku jin pêşengiya vê sîstem û şoreşa ku nû hatiye avakirin ev şoreş li cîhanê bi navê “Şoreşa Jinê” hate naskirin.
 
Kesên herî diyar ên şoreşa jinê jinên YPJ’ê ne. Yanî Yekineyên Parastina Jin... Bi taybetî li Kobanê û piştre di berxwedanên Efrîn, Reqa, Minbic û Dêrezorê de gel ew nas kirin. Ji ber ku 11 sal berê di 4’ê Nîsana 2013’yan de avabûna xwe îlan kirin, di rojeva cîhanê û jinên cîhanê de cih girtin. Berxwedana wan, têkoşîn û şerê wan a li dijî DAIŞ’ê ji bo jinan û gelên cîhanê bûye îlham.
 
Têkoşîna YPJ’ê deng li cîhanê veda û bi dehan jin ji welatên cîhanê berê xwe dan nava refên Yekîneyên Parastina Jinê. Ji bo ku jin bikarin hêz û hebûna xwe di hemû aliyan de îspat bikin, avakirina YPJ’ê ji bo hemû jinan bû pêngavek mezin.
 
Beriya ku YPJ bi awayekî fermî were avakirin, di 23’yê Sibata 2013’yan de yekemîn tabûra jinan bi navê “Şehîd Rûken” li navçeya Cindirêsê ya Efrînê hate avakirin. Ev tabûr bingeha YPJ'ê ava kir. Piştre tabûra Şehîd Berçem li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tabûra Şehîd Sozdar li navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo û Tabûra Şehîd Edalet jî li Qamişlo hatin avakirin.
 
Li navçeya Dêrikê yekemîn akademiya leşkerî ya jinan bi navê "Akademiya Şehîd Şîlan" hat vekirin û dewreya wê ya yekemîn di 9'ê Gulana 2013'an de bi dawî bû.
 
Endamên YPJ'ê bûn hêza sereke ya têkbirina DAIŞ'ê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tirsê di nava gel de belav kir û gelek cih dagir kirin. Endamên YPJ'ê di eniya herî pêş de gelek bajar û bajarokên Reqa ku DAIŞ'ê weke paytexta xwe îlan kiribû, heta Minbic û Baxozê rizgar kirin. Piştî rizgarkirina cihên weke Reqa û Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, jinên ku çadirên xwe rakirin û şewitandin, di wêne û axaftinên xwe yên destpêkê de gotin ku azadiya wan bi saya YPJ’ê ye ku YPJ’ê derxistiye rojeva cîhanê.
 
Silava û Bêrîvan ên ji Efrînê di nava jinên yekemîn de bûn ku ji bo parastina xak, maf û rûmeta jinan tevlî YPJ'ê bûn. Her wiha di 22 û 28’ê Gulana 2013’yan de bûn yekemîn endamên YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dan.
 
Arîn Mîrkan a ku di 5'ê Cotmeha 2014'an de li dijî DAIŞ'ê ya ku hewl da Kobanê dagir bike çalakiya fedaî pêk anî, rêgeza têkoşînê guhert û di nava yekîtiyê de rêgeza fedayî pêş xist. Avesta Xabûr di 27’ê Çileya 2018’an de li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê li dijî komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike çalakiyeke fedayî pêk anî. Gelek endamên YPJ'ê yên weke Barîn Kobanê, Zahre Penaber, Viyan Peyman, Jîna Ronahî, Warşîn Tirbespiyê, Mizgîn Botan, Sosin Bîrhat, Mizgîn Kobanê, Delar Heleb, Rohanî Kobanê, Kobanê, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan çûn Kobanê. Bi berxwedana xwe bala jinên cîhanê kişand ser jinên Kurd.
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên li dijî gel û bi taybet jinan heta roja îro bê navber didomin. Tirkiye û komên paramîlîter ên ku piştgiriya wan dike bênavber êrişên hewayî û bejahî pêk tînin. Li hemberî van êrîşan YPJ îro jî ji bo jinan bûye hêvî û îlham. Di têkiliyên leşkerî û dîplomatîk de di rêza herî pêş de ye, pêşengiyê dike û li hemû cîhanê tê qebûlkirin. Hêza herî bingehîn a parastina şoreş û destkeftiyên jinan berdewam dike.