Ji Wanê peyama 'Zilma li Gelê Kurd tê kirin qebûl nakin'

  • 16:05 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê di daxuyaniya ku bi tevlîbûna nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî hatî dayîn de wiha hat gotin: "Zilma li Gelê Kurd tê kirin qebûl nakin û dê têkoşînê bidomînin. Xwedî li rûmet û serbilindiya gelê Wanê derkevin." 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna xwe li avahiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê li dar xist. Piştî civînê jî ji pêşiya Perîhan AVM’ê ber bi navenda bajar ve meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes tev li meşê bûn û gelek caran dirûşmên “Abdullah Zeydan rûmeta me ye” û “Heq, hiqûq, edalet” hatin berzkirin. Piştî meşê jî li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hate dayîn. 
 
'Nebin amûrê vê darbeya siyasî'
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir bangî gel kir û wiha got: “Min di mitînga Wanê ya demek berê de gotibû ku Wan dilê kurdan, dilê Kurdistanê ye. Xelkê Wanê di Newrozê de, di hilbijartinê de û îro li vê derê nîşan da ku dê tu zext, zilm û pergalên qeyûm nekarin sekna wan a rûmet a ji bo daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelê kurd têk bibin. Piştrast bin ku li ku derê û di kîjan demê de dibe bila bibe em bi navê Wanê serfiraz dibin. Yên ku du serdeman qeyûm li îradeya me tayîn kirin niha jî hewl didin bi rêya kompasê bi rêya darbeya siyasî û darazê dîsa vîna xelkê Wanê xesp bike. Em ê destûrê nedin vê. Tevî hemû zextan, copan, qonataxa tifingan û gaza îsotê jî heta ku em bi awayeke birûmet li ba hev bisekinin dê tu caren nekarin darbeyên xwe yên siyasî û yên darzê bi ser bixin. Em li vir soz didin we ku dê her 14 şaredariyên xwe jî biparêzin  Ez dixwazim bangî YSK’ê bikim; em nebin amûrên vê darbeya siyasî. Bangekî me jî ji bo namzetê AKP’ê ye. Heke tu kurd bî, heke tu kesekî bawermend bî û heke tu kesekî ji vê xakê bî, bi vê lîstikê nexape. Mazbatayê qebûl neke."
 
'Dê têkoşîna me bidome'
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Dema em li vê derê daixvin, em bangî 85 milyon welatiyên Wanê dikin. YSK a ku namzetiya serokê me Abdullah Zeydan erê kirî, ji bo hilbijartinê 48 saet mabûn û ji mesaiyê re 5 deqe mabûn ku têkildarî namzetiyê pirsgirêkê radigihîne. Beriya ku ev pirsgirêka bi DEM Partiyê re were parvekirin, ji ewil ji AKP’ê re, ji namzetê AKP’ê re tê şandin. Dema hilbijartin pêk tên jî li dijî me kompasê çêdikin. Lê hûn dê vê kompasa wan vala derxînin. Em bang li YSK’ê dikin; Lijneya Hilbijartinê ya Bajar li hemberî dengekî bi 2 dengan ev biryar da. Me jî li gel parêzerên hêja, li gel rayedarên partiyê xebatek meşand û îtîrazeke berfireh ji YSK’ê re şand. Heta ku ev îtîraz bi awayekî fermî biencam dibe, weke DEM Partiyê em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Heta ku serok Abdullah mazbataya xwe digire jî dê têkoşîna me bidome. Me civîna MYK’ê li vir li dar xist. Heta ku biryareke erênî tê dayîn ku em ê tevî koma MYK’ê, PM’ê û parlamenterên xwe li Wanê bin. Em ê vê têkoşînê li gel xelkê Wanê bidomînin.” 
 
'Îro roja berxwedanê ye'
 
Piştî axaftina Başak Demîrtaş Leyla Zana axivî û got: "Wan taca gelê Kurd û Kurdistanê ye. Ez ji ber helwest û vîna we pîroz dikim. Ev îrade û xwedîderketina we gihiştiye hemû Tirkiyeyê û her derê. Berxwedana we berxwedana rûmetê ye. Îro roja berxwedanê ye. Em vê bêhiqûqî û zilma ku li we tê kirin qebûl nakin. Kes nikare bi sivikî nêzî vîna gelê Kurd bibe. Hûn jî hewceyê qanûnê bibin. Sibe an sibe hûn jî hewceyî qanûnê bin. Li hemberî gelê Kurd rêz bigirin û vê biryarê paşve bixin.
 
'Li vir xefikek heye'
 
Li ser navê heyeta CHP'ê Mahmut Tanal axivî û got: “Min peyama hevgirtinê ya Serokê me Ozgur Ozel anî. Ez bang li Serokomar, Wezîrê Dadê û Wezîrê Karên Hundir dikim. Li vir xefikek heye. AKP li vir sûc kiriye. "Ji bo vê yekê divê 85 mîlyon kes serlêdana sûc bikin."
 
'Em ê têkoşînê bidomîn'
 
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş jî wiha axivî: “Em ê bi hev re li dijî kesên ku bi zext û zorê îradeya Gelê Kurd tune bikin, li ber xwe bidin. Îro ne tenê îradeya we, îradeya tevahiya Tirkiyeyê jî tê îpotekkirin. Em vê êrişê weke êrişa li dijî her kesî dibînin. Heta ku belgeya hilbijartinê bigire em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Zilma li Gelê Kurd tê kirin qebûl nakin'
 
Serokê EHP'ê Hakan Ozturk jî wiha xitabî gel kir: “Em ji bo bi we re heman rê bimeşin hatin vir. Li vî welatî 150 sal in hilbijartin tên kirin û niha ev hilbijartin tê astengkirin. Ev zilma li gelê Kurd tê kirin û em qebûl nakin. Li Tirkiyeyê çi hiqûq tê sepandin, divê li Wan û Amedê jî heman qanûn bê sepandin. Gelê Kurd tu carî bi tena serê xwe nameşe."
 
'Tifaqa AKP-MHP’ê wê têk biçe'
 
Berdevka TOP’ê Pelîn Kahilogullari jî wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hikûmeta AKP-MHP’ê sûc dike. Em îradeya ku me li ser sindoqan bi agirê azadiyê girtiye îdîa dikin. Tifaqa AKP-MHP’ê wê têk biçe û em ê bi ser bikevin.
 
'Ev rûmet rûmeta gelê Wanê ye' 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî got: "Ev rûmet rûmeta gelê Wanê, jin û ciwanan e. Gelê me ev du roj in li ber xwe dide û em jî li ber xwe didin. Em bang li namzetê AKP'ê dikin. Eger xwedî rûmet û şerefa be hûn wê belgeya hilbijartinê qebûl nekin"
 
'Em ê serbilindiya Gelê Wanê biparêzin' 
 
Herî dawiyê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan axivî ev peyam da: “Em ê rûmet û serbilindiya gelê Wanê biparêzin. Em ê ne tenê rûmeta gelê Wanê, 85 mîlyon gelê xwe jî biparêzin." 
 
Piştî axaftinan girse dest bi meşê kir û polîsan êriş bir ser girseyê.