‘Kelecan û coşa me neqediya’

  • 09:11 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
AMED - Meryem Soylu ku tevli meşên bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bûye, wateya meşan a ji bo wan vegot. Meryemê wiha got: “Divê em xwedî li Serokatiyê ku bûye wesîleya vejîna gelekî derkevin û divê em di rojbûna wî de biherikin Amarayê.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de ye li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 4’ê Nîsanê ku Rojbûna Abdullah Ocalan e her sal bi pîrozbahiyên cuda tê pêşwazîkirin. Yek ji van pîrozvahiyan jî meşa Amarayê ye. Bi armanca pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan di 2004’an de bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) meşa yekemîn li Amarayê pêk hatibû. Meşa dawî ya pêk hatibû jî di 1’ê Sibatê de li Qers û Wanê hatibû destpêkirin. Meryem Soylu ya ku her sal tevli meşan dibe, armanca tevlibûnê û wateyên meşê vegot.
 
‘Birêz Ocalan ev gel şiyar kir’
 
Meryemê balkişand ser girîngiya meşên Amarayê û wiha vegot: “4’ê Nîsanê ji bo me rojek pîroz e. Birêz Ocalan gelê Kurd şiyar kir. Bû pêşeng. Ev gelek bi nirx e. Ez her tim tevli pîrozbahiyên rojbûna serokatiyê dibim. Bi hezaran carî ji wê dayikê re dua dikim ku kesayek wek Abdullah Ocalan aniye dinê.”
 
‘Xwestin Kurdan tune bikin lê bi ser neketin’
 
Meryemê bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd xwe dispêre dîroka berê û pergalên mêtînger her tim xwestine ku gelê Kurd tune bikin. Meryemê wiha dirêjî dayê: “Tevî hemû hewldanên tunekirinê wek serhildana Şêx Seîd gelek serhildan pêk hatine. Ji ber Şêx Seîd piştgirî û xwedîderketinek xurt ji gel nedît, hat darvekirin. Ligel polîtîkayên qetilkirinê yên asîmîlasyonê jî di dewrê de bûn. Xwestin Kurdan tune bikin lê bi ser neketin.”
 
‘Em girêdayî doz û Serokatiya xwe ne’
 
Meryemê destnîşan kir ku wê bi zarok, neviyên xwe û gel re xwedî li doza xwe derkevin û ev tişt bi lêv kir: “Rêberekî wisa nehatiye dinê. Em girêdayî doza xwe û Serokatiya xwe ne. Heta dawiya jiyana xwe em ê girêdayê wê bin. Divê em xwedî li Serokatiya xwe derkevin. Divê em biherikin Amarayê. Dema em dimeşiyan Amarayê me gelek îşkence û zext didît. Bi gazê êrîş dikirin. Kevir diavêtin, cop li me didan. Lê van êrîşan pêşî li kêfxweşiya me nedigirt. Em ji bo Serokatiya xwe dikarin canê xwe bidin. Divê gelê me di 4’ê Nîsanê de biherike Amarayê. Ez bang li hemû gelê Kurd dikim. Em bi girseyî rojbûna Serokatiya xwe pîroz bikin.”