20’emîn salvegera Amarayê: Bila hevalên Mahsum dest ji riya wî bernedin

  • 09:05 3 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika Mahsum Karaoglan yên di meşa ‘Riya berbi Rojê ve’ hat qetilkirin, Sultan Karaoglan der barê 20’emîn meşa pêk de axivî û got: “Bila hevalên Mahsum riya wî bernedin û bimeşin.”
 
Bi wesîleya Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 2004’an het aniha meş û pîrozbahî pêk tên. Îsal tê payîn ku meş girseyî pêk bê. 20 sale gel tevî hemû astengî û qetilkirinan şûnde gavê navêje. Dayika Mahsum Karaoglan yê di 2009’an de di meşê de hat qetilkirin, Sultan Karaoglan ji ajansa me re axivî û banga xwedî derketina meşê kir. 
 
Her qad dîqa qada rizgariyê ye
 
Îsal jî wê di 4’ê Nîsanê de meş pêk bê. Tê payîn ku girse wê bi pêşeniya KCD, TJA, DBP, MEDTUHAD-FED, MEBYA-DER, DEM Partiyê li Alîgirê bên gel hev û bimeşin Amarayê. Dayika Mahsum Karaoglan yên di meşa ‘Riya ber bi Rojê ve’ hat qetilkirin, Sultan Karaoglan der barê 20’emîn meşa pêk de axivî û diyar kir ku divê her kes  xwedî li meşê derkevin.
 
Têkoşîna Mahsum ya ji zarokatiyê destpêkiriye
 
Sultanê da zanîn ku dema Mahsum biçûk bûye di salên 90’î de ji ber zextan ji gundê xwe Taşmalî koçî Îzmîrê kirine û piştî demekê şûnde vegeriyane Erganiyê. Sultanê wiha anî ziman: “Hîna biçûk bû xwedî hişmendiya nasnameya Kurd bû. Tevî temenê biçûk ji têkoşînê hez dikir. Dixwest Kurd serkeftî bin. Dixwest ez her tim aktîf di têkoşînê de cih bigirim. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa matematîkê pola 3’emîn de bû. Bi hevalên xwe re çibû rojbûna Apo. Destur nedabûnê. Pêşiya wan girtine û leşkeran gule reşandine. Hevalên wî ew dane ser milê xwe û birine nexweşxanê. Lê heta agahî hat ji me re jiyana xw eji dest dabû. Ji ber vê 4’ê Nîsanê ji bo me pir girînge. Em her sal wê rojê dijîn.”
 
‘Bila hevalên wî dest jê bernedin’
 
Sultanê wiha dawî lê anî: “Em her tim riya şehîdên xwe de ne. Em wan tu carê jibîr nakin. Tu sedem tunebû. Li Mahsum xistin. Yên lê xistin divê bihatana cezakirin. Bi hezaran kes hatibûn cenazeya Mahsum. Kes Mahsum jibî rnake. Em êdî şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila hevalên Mahsum riya Mahsum de bimeşin.”